Li Stenbolê qedexe hat ragihandin

19-03-2025
Nîşan Stenbol Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de hemû civîn û xwenîşandan qedexe kirin.

Parêzgariyê ragihand ku ji bo “parastina pergala raya giştî” di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan hatine qedexekirin.

Ji îro ve dê hinek stasyonên metroyê werin girtin, hinek kolan dê ji trafîkê re werin girtin û dê rêyên alternatîv werin bikaranîn.

Parêzgariya Stenbolê di daxuyaniya xwe de got:

"Ji bo parastina pergala raya giştî ya li parêzgehê û ji bo rêlibergirtina çalakiyên provokatîv ên ku dikarin derkevin, di navbera 19-23yê Adarê de her cure civîn, xwenîşandan û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin."

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di vê çarçoveyê de hat desteserkirin.

Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun û rojnameger Îsmaîl Saymaz jî hatin desteserkirin.

Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst