Tirkiyê Balyozê Îtalyayê bangî Wezareta Derve kir

09-04-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê weke bertek li hember gotinên Serokwezîrê Îtalyayê Mariyo Draghî yên ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Balyozê Îtalyayê yê li Enqerê Massimo Gaianiyê bangî Wezareta Derve kir.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, di vê bangkirinê de Wezareta Derve ya Tirkiyê nerazîbûna xwe ya tund li dijî gotinên Serokwezîrê Îtalyayê yên di derheqê Erdogan de gihandiye Balyozê Îtalyayê û ew gotin şermezar kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di peyamekê de li ser Twitterê li hember gotinên Serokwezîrê Îtalyayê bertek nîşan daye û ragihandiye, “Em wan gotinên nexweş û bêsînor ên serokwezîrê raspartî Draghî, ên li dijî Serokkomarê me ku bi rêya hilbijartinê hatiye wî meqamî, bi tundî şermezar dikin û lê vedigerînin.”

Serokwezîrê raspartî yê Îtalyayê Mariyo Dragî, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan weke “dîktator” bi nav kiribû, ji ber ku di dema civîna li gel serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê de kursî ji bo Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen nedanîbû.

Draghî gotibû: “Ez tevgera Erdogan a li hember Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê  Von der Leyen bi tundî napejirînim. Ez difikirim ku ev ne tevgerek rast e. Ez ji ber biçûkxistina ku von der Leyenê rûbirû maye xemgîn im. Çi dibe bila bibe bi van kesan re divê hûn bi wan re hevkariyê bikin, divê em nav lê deynin û jê re bibêjin dîktator. Gava mirov nêrîn û ramanên xwe anî ziman divê em rast bin.”

Roja sêşema bihorî, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropa Charles Michel serdana Enqerê kirin û li gel Erdogan civiyan. Di dema civînê de tenê du kursî hatibûn danîn, ku Charles Michel û Erdogan li ser wan rûniştin û Ursula von der Leyen li ser piyan ma heya ku piştre li ser kursiya tenişt a şandiyan rûnişt.

Ew reftar û serederiya Tirkiyê li gel serkirdeya YE ya jin di medyayê de gelek deng veda û rastî rexneyên dijwar a hin rayedarên Ewropî hat.

Berpirsên Tirkiyê bi tundî wan rexneyan red dikin û dibêjin, şaşî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bûye ne Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Trikiyê, Mevlut Çavuşoglu li ser krîza protokolê ragihandiye, “li ser dxwaza Yekîtiya Ewropayê protokol bi vî awayî hat amadekirin. Me nedixwest daxuyaniyek bidin, lê tawanbarîyên neheq hene.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst