Partiyên siyasî îro lîsteyên xwe radestî YSKê dikin

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan YSK Partiyên Siyasî
A+ A-

Hewrlêr (Rûdaw) - Dema partiyên siyasî bo hilbijartinên 14ê Gulanê lîsteyên xwe yên berbijêriya parlamenteriyê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan bikin 9ê Nîsanê demjimêr 17.00 bi dawî dibe.

Rojjimêra hilbijartinê ya Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) berdewam e. Li gor rojjimêra ku hatiye eşkerekirin divê partiyên siyasî 9ê Nîsana 2023an heta demjimêr 17.00 lîsteya berbijêrên xwe yên parlamenteriyê pêşkêşî Serokatiya YSKê bikin.

Roja Şemiyê 8ê Nîsanê MHP, TKP, Partiya Rizgariya Gel (HKP) û Partiya Millet lîsteyên xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan kirin.

Lîsteyên bên radestkirin dê ji aliyê YSKê ve bên lêkolînkirin,e ger pirsgirêkek hebe dê heta 14ê Nîsanê dem bo aliyên peywendîdar bê dayîn. Piştî wê dê lîsteya berbijêran a demkî 15ê Nîsanê û lîsteya esasî jî 19ê Nêsanê bê eşkerkirin.

Piştî wê lîsteyên berbijêran û berbijêrên serbixwe yên ku misoger bûne dê di radyo, televizyon û rojnameya fermî de bên belavkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmet Edîp Taşar koça dawî kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Mehmet Edîp Taşar bi pençeşêrê bû lê nehat berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşarê 70 salî yê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Silîvriyê ya Stenbolê dihat dermankirin, 24ê Adarê wefat kir