Bîlançoya 4 rojên betlaneya cejnê: 26 mirî, 3 hezar û 870 birîndar

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Qezayên Trafîkê Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di çar rojên bêhnvedana Cejna Remezanê de li seranserê Tirkiyeyê 2 hezar û 453 qeza çêbûne.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di encama wan qezayan de 26 kesan canê xwe ji dest daye û 3 hezar û 870 kes jî birîndar bûne.

Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, amarên qezayên trafîkê yên çar rojên bêhnvedana Cejna Remezanê belav kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku di çar rojên betlaneya cejnê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 453 qeza çêbûne.

Bi gotina Yerlîkaya, di roja çaremîn a bêhnvedana Cejna Remezanê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 615 qeza çêbûne û 431 hezar û 871 otomobîl hatine kontrolkirin.

Herwiha ji ber lez û binpêkirina rêkarên trafîkê li 38 hezar û 425 otomobîlan jî cezayên cuda hatine birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst