Stenbol (Rûdaw) - Yek ji girîngtirîn hevdîtinên navneteweyî yên sektora enerjiyê, Kongre û Pêşangeha Enerjiyê ya 19emîn a EIFê, li Navenda Pêşangehan a Stenbolê dest pê kir.
Kongre û Pêşangeha Enerjiyê wekî yek ji lûtkeyên herî girîng ên cîhanê ya di warê enerjiyê de ye.
Zêdetirî hezar û 500 kompanyayên ji 40 welatan di pêşangehê de beşdar in. Ew li standên xwe amûr û alavên herî bipêşketî yên li qada enerjiyê nîşan didin.
Pêşangeh îsal bi taybetî balê dikişîne ser enerjiya paqij, ango enerjiya ba, av û rojê.
"Tirkiye di enerjiya rojê de li paş ma"
Kompanyayên beşdar girîngiyeke mezin didin enerjiya paqîj. Teknolojiyên nû yên di warê enerjiya ba, av û rojê de eleqeyeke mezin dibînin.
Kadîr Arslanê ku birêvebirê kompanyayeke enerjiyê ye, rewşa Tirkiyeyê nirxand û got: “Tirkiye wekî welatên din bi lez dest bi enerjiya rojê kir lê di salên dawîn de ji ber pirsgirêkên navendên trafoyan, sektor di nava du salan de gelekî bi paş ket.
Hêviya me ew e ku di sala 2026an de bi depokirina enerjiya nûjen, sektor ji nû ve dest bi pêngavekê bike.”
Pêşangeh wekî yek ji 5 pêşangehên herî mezin ên cîhanê tê naskirin. Her wiha ji nêzîkî 100 welatan heyet ji bo kirîna amûran beşdarî fûarê dibin.
Di panel û civînên cuda de pispor li ser paşeroja enerjiyê û rêbazên nû gotûbêjan dikin.
"Teknolojî her roj diguhere"
Berpirsê Kompanyaya Îstanbul Enerjiyê Yuksel Yalçin bal kişand ser bipêşketina teknolojiyê û got:
“Teknolojiya enerjiya nûjen her roj bi pêş dikeve û diguhere. Ji ber vê yekê panelên 5 sal berê û yên îsal ne wekî hev in.
Lê tîpolojiya çavkaniyên fosîl diyar e û naguhere. Ev 150-200 sal in bi heman şêweyî tên derxistin û bikaranîn.
Panelên enerjiya nûjen doh 500 megawat bûn, paşê bûn yek megawat, niha derketiye 13 megawatan.
Her ku teknolojî bi pêş bikeve, dê bikaranîna enerjiya paqij jî biguhere.”
Pêşangeh îsal cara 19an tê lidarxistin û dê 3 rojan berdewam bike. Tê payîn ku îsal nêzîkî 30 hezar kes serdana pêşangehê bikin.
Di pêşangehê de bi taybetî ji bo sîstemên dronan, rêbazên depokirina enerjiyê û cureyên şarjkirinê cihekî berfireh hatiye veqetandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse