Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Enqerê biryar li ser berdewamiya girtina Hevseroka Berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag da.
Li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îro 20emîn rûniştina keysa derbarê Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag birêve çû.
Jibilî parêzerên Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDPê Remziye Tosun, Meral Daniş Beştaş, Murat Çepnî, Zuleyha Gulum û parlamenterê serbixwe Ahmet Şik jî li dadgehê amade bûn û Yuksekdag jî bi rêya sîstema reng û deng (SEGBIS) beşdarî rûniştinê bû.
Hevseroka Berê ya HDPê di parastina xwe de amaje bi wê kir ku doza derbarê wê de hatiye vekirin, siyasî ye û got ku zilm neheqî û bêhiqûqî li hember wan tê kirin.
Yuksekdag behsa gotinên Serokomarê Tirkiyê ên derbarê Selahattîn Demîrtaş de jî kir û got, Erdogan rasterast destwerdanê di karşbarên darazê de dike û ferman dide û diyar kir, “Ev daxuyanî nîşan didin ku darizandin bi mebesteke siyasî tên kirin.”
Hevseroka Berê ya HDPê dibêje, “Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bihêztirîn rikanerên desthilata AKPê ne.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, “Em nahêlin rê li ber Demîrtaş bê vekirin” û Yuksekdag jî got, ne Erdogan pêşiya HDPê vekiriye û tekez kir, “Me bend û dîwarên we hilweşandin û em dê dîsa hilweşînin.”
Herwiha Yuksekdag bibîr xist ku HDPê dengê 6 milyon kesan wergirt û got, “Eger li vî welatî mafê dadgehîkirine dadperwerane yê siyasetmedarên ku dengê zêdetir ji 6 milyonan wergirtine nebe, dê behsa kîjan mafê hemwlatiyan bê kirin! Ji xwe nayê kirin.”
Heyeta 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê jî biryar li ser berdewamiya zindanîkirina Fîgen Yuksekdag da û rûniştina din bo 24ê Sibata 2021an paş xist.
Hevseroka Berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag ji sala 2016an ve di girtîgehê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse