Bakirhan: Kurd mafên xwe yên demokratîk dixwazin

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Pêvajoya Nû PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê pêvajoya çekdanîn û xwefesixkirina PKKye diyar kir ku Kurd mafên xwe yên demokratîk dixwazin û ew mafê nabin mijara bazarkirinê.

Bakirhan her wiha got ku demeke kurt dê biryarên kongreya PKKyê bêne eşkerekirin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro ji beşdarî bernameyeke Haberturkê bû  û li ser pêvajoya nû û çareseriya pirsgirêka Kurdan axivî.

Tuncer Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dê bandorê li 86 milyon kesan bike û hemû civak di nav aramiyê de bijî.

Bi gotina Bakirhan Kurd mafên xwe yên demokratîk dixwazin û divê li gorî vê yekê yasa bên sererastkirin û cihê çareseriyê jî parlamentoya Tirkiyetê ye.

“Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin”

Bakirhan got, “Hêvî dikim ku muxatabê sereke yê vê pêvajoyê parlamento berpirsiyartiya xwe bi cih bîne.

Pirsgirêkeke 100 salî heye û divê bi rêya diyalogê bê çareserkirin.”

Bakirhan li ser pirsa “Hûn dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinê bikin?” got:

“Niha tiştekî wiha nehatiye plankirin lê eger em pêwîst bibînin em dê daxwaza hevdîtinê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst