Komîsyon vê carê dê guh bide karsaz, sendîka, ode û saziyên sivîl

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Parlamentoyê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê piştî du hefteyan îro dicive dê guh bide sendîka, odeyên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û karsazan.

Tê çaverêkirin ku di civîna îro de endamên MHPyê pêşniyar bikin ku şandeyek biçe Îmraliyê û guh bide nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan.

Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye avakirin de, 11 û 12ê Îlona 2025an civînên xwe yên 8emîn û 9emîn saz dike.

Komîsyon di nav du rojan de dê guh bide konfederasyonên odeyên pîşeyî, komele, sendîka û rêxistinên civaka sivîl û karsazan.

Di vê çarçoveyê de komîsyon îro di civîna 8emîn de li gel nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Mafparêz (HAK-ÎŞ), Konfederasyona Sendîkayên Fermanberan (MEMUR-SEN), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî yên Tirkiyeyê (TURKIYE KAMU-SEN) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî yên Yekbûyî (BİRLEŞİK KAMU-ÎŞ) hevdîtinê pêk tîne.

Tê çaverêkirin ku di civîna îro de endamên MHPyê pêşniyar bikin ku şandeyek biçe Îmraliyê û guh bide nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan.

Beriya niha Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz pêşniyar kiribû ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji nav endamên komîsyonê şandeyekê diyar bike û ew şande biçe Îmraliyê.

Di civîna sibe jî komîsyon li gel Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB), Yekîtiya Odeyên Çandiniyê yên Tirkiyeyê (TZOB), Konfederasyona Dikandar û Hunerkarên Tirkiyeyê (TESK), Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK), Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tirkiyeyê (TUSİAD) û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MUSÎAD) dicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst