Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi awayekî baş bimeşe, divê PKK û hemû komên girêdayî wê xwe fesix bikin.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler diyar kir ku divê ew li gorî biryara "xwefesixkirinê" tevbigerin û bê şert û merc çekan radest bikin.
Guler bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got:
"Neçarî ye ku hêzên çekdar ên li Sûriyeyê entegreyî birêvebiriya navendî bibin."
Yaşar Guler di çarçoveya gotûbêjên budceya sala 2026an de li Komîsyona Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.
Guler derbarê pêvajoya çareseriyê û pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamên girîng dan.
Guler di axaftina xwe de behsa qonaxên pêvajoyê kir û anî ziman:
"Qonaxa yekem a pêvajoyê, meha Sibatê bi belavkirina daxuyaniyeke fermana danîna çekan û xwefesixkirina rêxistinê bû.
Di vê çarçoveyê de meha Gulanê biryara xwefesixkirinê hat wergirtin, pişt re danîna çekan a sembolîk pêk hat.
Herî dawî 26ê Çiriya Pêşîn biryara vekişîna temamî ya ji welatê me hat ragihandin."
Yaşar Guler tekez kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê PKK û hemû baskên wê li gorî van biryaran tevbigerin, xwe fesix bikin û çekên xwe radest bikin.
“Em li bendê ne ku rêxistin bangan li ber çavan bigire”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê bal kişand ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û îdia kir ku hinek alî hewl didin wan hêzan wekî amûrekê bi kar bînin û wiha axivî:
"Ji bo armanca me ya Tirkiyeya Bêteror mayînde bibe, neçarî ye ku hêzên çekdar ên li Sûriyeyê bi awayekî bilez entegreyî birêvebiriya navendî bibin.
Em li bendê ne ku rêxistin bangên danîna çekan û entegrasyonê yên ku ji nav xwe tên, li ber çavan bigire.
Divê bêyî derengxistin vê veguhertinê temam bike da ku rê li ber midaxeleyên derve bigire."
Yaşar Guler ragihand ku ew ji bo pêvajoyê li gel Sûriye û Îraqê di nav hevahengiyê de ne û got:
"Welatê me di bin kîjan navî de dibe bila bibe, rê nade berdewamiya ti pêkhateyên terorê ku ewlehiya me û aramiya herêmê bixe metirsiyê."
Guler amaje bi wê yekê kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî piştgiriyê didin pêvajoyê û pêvajo wekî projeyeke "aqilê dewletê" bi nav kir.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler anî ziman:
"Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe û berdewam bike, divê rêxistina terorê PKK û hemû komên girêdayî wê, li gorî biryara xwefesixkirinê tevbigerin.
Di serî de li Sûriyeyê û li hemû herêmên ku lê ne, divê demildest dawî li çalakiyên xwe yên terorê bînin û bê merc çekên xwe radest bikin.
Daxuyaniyên ku di dema dawî de hatine dayîn û analîzên di medyaya navneteweyî de tên kirin nîşan didin ku bi hewldana bikaranîna rêxistina YPG/HSDyê wekî amûrekê ji aliyê aktorên herêmî ve, tê xwestin ku zemîn ji endezyariyên jeopolîtîk ên nû re were amadekirin.
Ev rewş ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê jî gefeke rasterast e.
Ji bo ku armanca me ya Tirkiyeya Bêteror bi awayekî mayînde pêk were, neçarî ye ku hêzên çekdar ên li Sûriyeyê bi awayekî bilez entegreyî birêvebiriya navendî bibin.
Em li bendê ne ku rêxistin jî bangên danîna çekan û entegrasyonê yên ku ji nav wê tên li ber çavan bigire û ji bo ku rê li ber midaxeleyên derve bigire, vê veguhertinê bêyî derengxistin temam bike.
Em bi cîranên xwe Sûriye û Îraqê re jî di vê mijarê de hevkariya nêzîk û hevahengiya xwe didomînin.
Welatê me di bin kîjan navî de dibe bila bibe, rê nade berdewamiya ti pêkhateyên terorê ku ewlehiya me û aramiya herêmê bixe metirsiyê.
Niha em pêşhatên li qadê bi baldarî dişopînin û wekî her tim bi hestyariya her demê li ser wergirtina hemû tedbîrên xwe berdewam in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse