Dadgehê dîsa biryara girtina Metin Gurcan da

12-05-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVAyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrêner û berpirsê Partiya DEVAyê Metin Gurcan ku di 29ê Mijdara 2021an de bi îdiaya sîxuriya siyasî hatibû girtin, duh 11ê Gulana 2022an serbest hatibû berdan lê îro Pêncşemê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî biryarê derket û daxwaza girtina wî kir.

Duh 11ê Gulanê di rûniştina ku li 26. Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ji ragihandin û temaşevanan re girtî hat lidarxistin de biryar hatibû dayîn ku Gurcan bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat bê berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî berdana Gurcan nerazîbûn nîşan da.

Serdozgeriyê di serlêdanê de diyar kir bi hinceta ku şertê kontrola edlî di vê qonaxê de têrê nake û bal kişand ser rewşa delîlên di dosyayê de li sînorê jor ê cezayê ne xwest ku Gurcan careke din were girtin.

Dadgeha Cezaya Giran a 27emîn a Enqereyê ku dosya jê re hat şandin, îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê qebûl kir û ji bo Metin Gurcan biryara girtinê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst