Enqere (Rûdaw) – Partiyên mixalefetê yên Tirkiyeyê ji bo şopandina pêvajoya çareseriyê daxwaza komîsyonekê dikin.
Ji destpêka gotûbêj û hewlên ji bo danîna çekan a PKKye ve mixalefetê Tirkiyeyê berdewam behsa çalaktirkirina Parlamentoya Tirkiyeyê û damezirandina komîsyoneke hevbeş dike.
Piştî ku PKKyê biryara xwe ya berdana çekan ragihand, mixalefet niha jî daxwaza gavên yasayî û pêvajoyeke çaksaziyan dike.
Karvedanên biryara PKKye ya danîna çekan di qada siyasî de berdewam in.
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê herî zêde nîqaş li ser rola parlamentoyê û yasayên pêwîst û gavên ku pêwîst e ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve werin avêtin têne kirin.
Mixalefeta Tirkiyeyê tevî piştgiriya biryara PKKyê, ji bo şopandina pêvajoyê daxwaza komîsyonekê û zelaliyê dikin.
Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê Ayhan Sefer Ustun got:
“Belê em girîngiyê didin ku parlamento bibe pêşengê vî karî, pêşniyazên me jî hene.
Em dibêjin bila parlamento çalak be, heta niha wekî pêwîst rola xwe nedîtiye.
Piştî vê qonaxê em hêvî dikin ku erkê parlamentoyê were zêdekirin.”
“Efûyek neyê ragihandin aştî çênabe”
Di nava raya giştî û her wiha siyasetê de jî di aliyê yasayî de herî zêde amaje bi guhertina yasa û pênaseya dijîterorê, rewşa girtîgehan û mijara efûyekê ye.
Di dîroka Komara Tirkiyeyê de heta niha 52 yasayên efûyê hatine amadekirin.
Berpirsekî mixalefetê jî da zanîn ku “hikûmet dikare careke din efûyekê ragihîne”.
Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Saadetê Mehmet Sabir Firat jî da zanîn:
“Li Tirkiyeyê di serdema Îsmet Înonu de sala 1929an efû derket, salên 1938, 1947 û 1963yan efû hatine ragihandin.
Heta ku bi yasayan efûyek neyê ragihandin aştî çênabe.
Heger kesên ku çekên xwe danîne careke din bêne girtin û bikevin girtîgehan aştî nabe.
Pirsgirêkên bi vî rengî hene, ev pirsgirêk dikarin werin çareserkirin, pirsgirêkên teknikî û hiqûqî ne.”
Ji bilî gavên yasayî û zêdekirina rola Parlamentoya Tirkiyeyê mixalefet daxwaza avakirina komîsyoneke hevbeş a parlamentoyê jî dike ku heta niha desthilatê bersiva vê daxwazê nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse