STENBOL - Di roja mirina Ataturk de govend gerandin: 2 kes hatin desteserkirin

13-11-2025
RÛDAW
Nîşan Ataturk Govend Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê, du karker bi hinceta ku di salvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk de "bêrêzî" kiriye, hatin desteserkirin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de tê dîtin ku 10ê Çiriya Paşîn di dema lêdana sîrenan a ji bo bibîranîna Ataturk de, 2 karker li ser înşaetekê govendê digerînin.

Piştî belavbûna dîmenan, polîsan ew her du karkerên ciwan desteser kirin.

Hat zanîn ku kar û barên karkeran ên li birêvebiriya ewlehiyê didomin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal 10ê Çiriya Paşîn demjimêr 09:05an ji bo bibîranîna Mustafa Kemal Ataturk sîren lê didin û jiyan ji bo xulekekê radiweste.

Li hemû saziyên dewletê, dibistanan û li ser rêyan xelk ji bo rêzgirtinê radiweste.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst