Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Nagehan Alçi got “Yên ku li ser medya civakî êrîşî min dikin, ji ber ku min berê tweetên `ez li ser rêyên Kurdistanê me. Fonda Ahmet Kaya` avêtibûn, dixwazin ez ceza werbigrim. Hişmendiyeke wiha ya faşîzan heye li hemberî me.”
Hefteya borî gotinên Nagehan Alçi yên “Ez li kêleka alîyekî siyasî nabim ya ku li Osman Kavala û Hakan Altinay zilm dike, hevrikên xwe yên siyasî qedexe dike” deng vedabû.
Piştî gotinên Alçi li ser medya civakî gotinên Hevserokê berê yê HDPê Selahattiîn Demîrtaş yên “Hûn dê ji vê koma şelafî zêdetir tu kesî nebînin ku êrîşî Erdogan bikin” hatin parvekirin. Alçi li ser vê yekê berteke tun nîşan da.
“Hem li dijî min hem jî li dijî Demîrtaş operasyoneke gemar bû”
Nagehan Alçi di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û ragihand ku axaftina Selahattin Demirtaş a di salên 2015-2016 de li ser medyaya civakî wek ku ji bo wî hatiye kirin tê nîşandan û got “Li Tirkiyê ew hem li hember min hem jî ne rasterast li dijî Demîrtaş operasyoneke gemar a faşîzmê bû.”
Alçi diyar kir ku wê li hesabên sereke yên ku vê yekê li ser medyaya civakî belav yek bi yek lê nihartiye û got “Gava mirov peyamên wan ên din lêkolîn dike profîlên ku dijminatiya gelê Kurd dikin in û herwiha Fethullahciyên ku hem Selahttîn Demîrtaş hem jî Abdullah Ocalan bi nefretê bîr tinin in. Her du kom jî li hemberî min hêrs in, ji ber ku min di navbera salên 2013-17’an de hem bi çeteya Ergenekonê re û hem jî bi taybetî bi yên bi cil û bergên polîs û leşkeran re bi çeteyên Fetullahcî re têkoşîneke tund kir. Jixwe ev her du komên jehrî du komên sereke bûn ku pêvajoya çareseriyê sabote kirin. Hilweşîna pêvajoya çareseriyê Kurdên Tirkiyê 20 sal paşve bir. Zirarek mezin da Kurdan. Ji ber ku ez her tim alîgirê pêvajoya çareseriyê bûm, ev girseyên faşîst ên dij-Kurd ji min nefret dikin. Yên ku li ser medya civakî êrîşî min dikin, ji ber ku min berê tweetên `ez li ser rêyên Kurdistanê me. Fonda Ahmet Kaya` avêtibûn, dixwazin ez ceza werbigrim. Hişmendiyeke wiha ya faşîzan heye li hemberî me.”
Alçi li ser pirsa ku çima bikaranîna navê 'Kurdistan' di tweeta wê bû sedema nerazîbûnê wiha bersiv da “Ji ber ku hem li eniya Tifaqa Cumhur û hem jî di eniya Tifaqa Millet de beşeke berfireh heye, ku dijminatiya nasnameya Kurd dikin û bi qasî ku kolonyalîstên Fransî li Cezayîrî dinihartin, bi hovîtî nêzî gelê Kurd dibin. Mixabin di her du eniyan de jî ev nêrîna mêtînger li hemberî Kurdan heye. Ji ber ku ez li dijî vê zîhniyeta mêtîngeriyê dertêm ji min nefret dikin. Rastiyeke bi navê Rêveberiya Herêma Kurdistanê red dikin. Peyva Kurdistanê jî wan dîn û har dike. Ev ev hişmendiye ku çetel û kêran avên hunermendê Kurd Ahmet Kaya ew linç kirin û wî ji welat derxistin. Ji ber ku Ahmet Kaya Kurd bû wî mehf kirin. Yên ku êrîşî min dikin ew kesin ku ji Selahattîn Demîrtaş re dibêjin terorîst.”
Di dawiyê de Nagehan Alçi wiha got “Ez di wê baweriyê de me ku Selahattin Demirtaş û tevahiya elîta siyasî ya Kurd jî ji vê yekê zanin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse