Biryara ji bo Demîrtaş bûbû rojev: Hat betalkirin

14-03-2024
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Girtîgeh Biryar Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mahsunî Karamanê parêzerê Selahattîn Demîrtaş ragihand, biryara ku li ser Selahattîn Demîrtaş hatibû sepandin, hatiye betalkirin.

Parêzerên Demîrtaş doh ragihand, rêveberiya girtîgehê xwestiye dema Selahattîn Demîrtaş hevdîtinan bike pêlavên xwe derxe û lê bigerin.

Demîrtaş piştî vê yekê biryara girtîgehê qebûl nekir û biryar da ku êdî li girtîgehê bi kesî re hevdîtinan neke.

“Wekî zordariyeke şikandina rûmetê pênase dike”

Parêzeran got, “Birêz Demirtaş vê rêkarê wekî zordariyeke şikandina rûmetê pênase dike û bi ti awayî qebûl nake.

Ji vir û pê de bi malbat, parêzer û parlamenteran hevdîtinê nake.”

Piştî ku bûyer li ser medya civakî belav bû bertekên zêde hatin nîşandan.

DEM Partiyê jî daxuyaniyek belav kir û got: “Em vê rêkarê red dikin û berpirsiyarî ya Wezareta Dadê û desthilatê ye.”

Li aliyê din, Baroya Amedê û gelek sazî û kesayetan jî bertek nîşanî vê biryarê da.

“Biryar hat betalkirin”

Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Di encama hevdîtinan de rêkara neyasayî ya ‘di dema hevdîtinan de derxistina pêlavan’ a ku li ser Demîrtaş hatibû sepandin, hat betalkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst