Stenbol (Rûdaw) - Şandeke qerebelix ku di nav de çend parlementerên Brîtanî jî hebûn serdana ofîsa Rûdawê ya Stenbolê kirin. Di seredanê de şanda biyanî di derbarê kar û xebatên Rûdawê, rewşa medyayê li Tirkiyê û bandora Rûdawê li Rojhilata Navîn de agahî wergirtin.
Şanda Brîtanî ku li herêma erdhêjê çend roj derbas kiribûn, piştî ku gihîştin Stenbolê serdana ofîsa Rûdawê kirin.
Şand ji nêzî 15 kesan pêk dihat û ji xeynî 5 parlamenterên ji Parlamentoya Brîtanyayê, çend lêkolînêrên Brîtanî, Şaredarê Lambethê ku bixwe Kurdekî ji bajarê Mereşê ye û çend rojnamevan têde bûn.
Di serdanê de şanda mêvan ji berpirsê ofîsa Rûdawê ya Stenbolê Rawîn Stêrk di derbarê kar û xebatên Rûdawê de agahî wergirtin.
Şandê herwiha têkildarç rewşa medyayê, azadiya medya û derbirînê li Tirkiyê, rojnamegeriya Kurdî, hazirî û proseya hilbijartin û çend mijarên din de jî agahî wergirtin.
Di serdanê de, şanda biyanî anîn ziman ku wan xwestiyê bo bidestxistina agahiyên berfirehtir di derbarê rewşa rojnamegerî, atmosfera siyasî û giştî li Tirkiyê, bandora Rûdawê di nava medyaya cîhanî de serdana Rûdawê bikin.
Di wê hevdîtinê de ku hemû xebatkarên ofîsa Rûdawê ya Stenbolê amade bûn, Berpirsê Ofîsê Rawîn Stêrk bo vê serdanê spasiya şandeyê kir û li ser navê Rûdawê jî kêfxweşiya xwe anî ziman.
Parlementerên Brîtanî di derbarê rojnamevanî û medyaya Kurdî de jî çend pirs kirin û agahî wergirtin.
Di şanda Brîtanî de partelemnterên amade ev bûn: Rupa Huq, Masha De Cordova, Lloyd Russel – Moyle, Stephen Morgan, Kate Osborne, Staffer Katy Wright, Şaredar Îbrahîm Doguş û ji Navenda Lêkolînên Tirkiyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye Mehmet Nezîr Korkût jî amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse