Enqereyê li ser êrişên li Helebê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Artêşa Ereban a Sûriyeyê Enqere HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku ew êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên li ser taxên Kurdan ên Helebê pêşwazî dikin.

Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk diyar kir ku ew operasyonên leşkerî di cih de dibînin û amade ne di vî warî de piştgiriyê bidin Şamê.

Zekî Akturk di civîna agahdarkirinê ya heftane de li ser pêşhatên dawî yên li Îran û Sûriyeyê axivî.

Akturk amaje bi êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê kir ku di encamê de bi dehan Kurd hatine kuştin û bi hezaran kes jî koçber bûne.

Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku Tirkiye ewlehiya Sûriyeyê ji ya xwe cuda nabîne û got:

“Li ser bingeha yek dewlet û yek artêş û parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, eger daxwaz were kirin em amade ne di têkoşîna li dijî 'rêxistinên terorê' de piştgiriyê bidin hikûmeta Şamê.”

“Koçberiya bikom nîne”

Akturk  bal kişand ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û rewşa sînor jî û got:

"Ewlehiya sînorê Îranê yê 560 kîlometreyî, ji aliyê Yekîneyên Sînor ên li herêmê ve bi têgihiştina 'sînor namûs e', di her cure şert û mercên hewa û cografyayî de 7 roj û 24 demjimêran bi fedakariyeke mezin tê parastin.

Di vê qonaxê de li ser xeta sînor ti koçberiya bikom nehatiye tesbîtkirin lê planên me yên ji bo tedbîrên zêde amade ne û eger pêwîst bike em dê bixin meriyetê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst