Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî got, “Li gorî peyama Ocalan, divê her kes karibe çand, nasname, bawerî û hebûna xwe biparêze.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Sezaî Temellî, di bultena Rûdawê de pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin û peyama dawî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a îro nirxand.
Sezaî Temellî diyar kir ku qonaxa "serhildana neyînî" bi dawî bûye û pêvajoya nû wekî "entegrasyona demokratîk" pênase kir.
Her wiha Temellî bal kişand ser wê yekê ku PKKyê piştî kongreyê têkoşîna çekdarî bi dawî aniye lê ji bo bicihanîna vê yekê pêdivî bi "yasayeke taybet" heye.
"Entegrasyona demokratîk"
Sezaî Temellî li ser tekezîkirina Ocalan a "welatîbûna destûrî" got ku ev nayê wateya parastina destûra heyî ya Tirkiyeyê.
Temellî diyar kir ku armanc derbaskirina têgihiştina "nasnameya yek miletî" ye û got:
"Em dikarin navê qonaxa duyem bikin 'serdema entegrasyona demokratîk'.
Li vir dema em qala welatîbûna destûrî dikin, em behsa welatîbûna azad dikin.
Di vê pênaseyê de, çi çandî be, çi nasnameyî û çi jî bawerî be, her kes bi nasname û nirxên xwe wekî welatiyên wekhev tê qebûlkirin.
Ev têgihiştin li şûna ku welatîbûnê tenê bi Tirkbûnê pênase bike, destûrekê pêşniyar dike ku her milet û bawerî xwe tê de bibîne."
"Çek dê bên danîn lê yasa lazim e"
Temellî li ser pirsa "Gelo PKK hîn di pêvajoya çekdanînê de ye?" bersiveke zelal da û got ku PKKyê bi kongreyê re xwe fesih kiriye û dawî li têkoşîna çekdarî aniye.
Lê belê Temellî destnîşan kir ku pirsgirêkeke yasayî heye û wiha axivî:
"Erê, çek dê bên danîn. Lê ji ber ku di warê 'çawaniya danîna çekan' de gav nehatine avêtin, pirsgirêk derdikevin.
Sedema sereke ew e ku hîn yasayeke taybet û zemîneke hiqûqî ji bo danîna çekan nehatiye avakirin.
Ev êdî ne mijara PKKyê ye, ev mijara parlamentoyê û hikûmetê ye.
Divê em hiqûqa danîna çekan, ewlehiya yasayî ya kesên çekan datînin û hiqûqa beşdariya siyasî ya piştî çekdanînê ava bikin."
Nîqaşên li ser KCKyê
Sezaî Temellî bersiv da banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya "Divê KCK jî xwe fesih bike" û got:
"KCK ne rêxistineke çekdarî ye, rêxistineke siyasî ye. Loma ew ne mixatabê banga çekdanînê ye.
Ev biryar a lijneyên KCKyê bi xwe ye. Tirkiye mixabin li şûna ku bala xwe bide ser mijara sereke, bi van nîqaşan demê winda dike."
Hevdîtina bi Nûman Kurtulmuş re: Çar daxwazên sereke
Temellî derbarê ziyareta Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş a ji bo DEM Partiyê jî agahiyên girîng parve kirin.
Temellî diyar kir ku Numan Kurtulmuş nêzîkatiyeke erênî nîşan daye û got ku ew li bendê ne piştî Remezanê xebatên yasayî dest pê bikin.
Temellî daxwazên ku ji Kurtulmuş re gotine wiha rêz kirin:
Yasaya taybet: Yasayek ji bo pêvajoya çekdanînê û darizandinên têkildarî PKKyê.
Tayînkirina qeyûman: Pêdivî bi rêxistineke yasayî ya nû heye ku dawî li tayînkirina qeyûman bîne.
Girtiyên Nexweş: Ji bo girtiyên nexweş û pîr sererastkirineke lezgîn.
Bicihanîna Biryaran: Bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn.
"Em ji bo kesekî yasaya taybet naxwazin"
Temellî li ser daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ya "Em ji bo kesekî yasaya taybet dernaxin" got ku ew jî heman tiştî dixwazin û wiha pê de çû:
"Em ji bo kesekî tenê yasayê naxwazin. Birêz Ocalan jî daxwazeke wiha nake.
Em dixwazin mafên ku ji hiqûqa gerdûnî, navneteweyî û hiqûqa Tirkiyeyê derdikevin bên bicihanîn.
Ev tê wê wateyê ku mafê 'hêviyê' ne tenê ji bo Ocalan, ji bo hemû girtiyan bê bicihanîn."
Rewşa Ocalan a li Îmraliyê
Temellî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên Abdullah Ocalan û got:
"Mesele ne tenê başkirina şertên girtîgehê ye. Ocalan aktorekî siyasî yê sereke ye.
Ji bo ku ew rola xwe ya muzakerekar û aktorê çareseriyê bilîze, divê şert û mercên xebat û jiyanê li gorî vê yekê bên sererastkirin.
Hîn jî nîqaşkirina 'başkirina şertên girtîgehê' ji bo aktorekî wiha nayê qebûlkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse