Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Darazê ya Îraqê ragihand ku di çarçoveya Yasaya Efûya Giştî de 41 hezar û 300 girtî hatine berdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di çarçoveya Yasaya Efûyê ya bi hejmara 27 a sala 2016an a sererastkirî de, heta meha Kanûna Paşîn hejmara kesên ji girtîgeh û navendên desteserkirinê hatine berdan gihîştiye 41 hezar û 364 kesan."
Konseyê her wiha da zanîn ku hejmara giştî ya kesên ji yasayê sûd wergirtiye, tevî gumanbarên biryara girtinê yan bangkirina îfadeyê li ser wan heye, kefîl û kesên bê amadebûn hatine cezakirin, gihîştiye 166 hezar û 283 kesan.
Bi pêkanîna yasayê re 87,4 milyar dînarên Îraqê (nêzîkî 67 mîlyon dolaran) li xezîneyê hatine vegerandin.
Daxwaza Suniyan bû
Parlamentoya Îraqê meha Kanûna Paşîn guherîna Yasaya Efûya Giştî pesend kiribû.
Ev yasa yek ji daxwazên herî girîng ên partiyên siyasî yên Erebên Suni bû ku digotin yasayên rûbirûbûna terorê yên piştî sala 2003yan civaka wan bi awayekî nehevseng kiriye armanc.
Guherîna herî balkêş a di yasayê de, revîzekirina pênaseya "endamtiya rêxistinên terorî" bû.
Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Îraqê, li welêt 30 girtîgeh hene û nêzîkî 67 hezar girtiyan di wan de ne.
Lê ev hejmar girtîgehên Herêma Kurdistanê û kesên di destê hêzên ewlehiyê û komên çekdar de ne li xwe nagire.
Gumanbarên DAIŞê
Li aliyê din, Konseya Bilind a Darazê roja duşemê ragihandibû ku dadgehên Îraqê derbarê nêzîkî hezar û 400 gumanbarên DAIŞê dest bi "prosedurên lêkolînê" kiriye ku berî demeke kurt ji Sûriyeyê hatibûn veguhastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse