Rapirsiya hilbijartinên xwecihî: Dengên CHP û AK Partiyê kêm bûne

16-08-2023
Nîşan Rapirsî ORC Hilbijartinên Xwecihî Partiya Çepên Kesk AK Partî CHP ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya ORCyê derbarê hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an de rapirsî kir.

Li gorî encamên rapirsiyê dengên AK Partî, CHP û ÎYÎ Partiyê li gorî heman hilbijartinên sala 2019an kêm bûne.

Kompanya ORCyê encamên rapirsiya xwe ya derbarê hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an de belav kirin.

Rapirsî di navbera 7-12ê Tebaxê de li 42 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi 6 hezar û 100 kesî re hatiye kirin.

Beşdaran di rapirsiyê bersiva pirsa “Eger partiyên siyasî bi serê xwe beşdarî hilbijartinên xwecîhî yên sala bê bibin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” daye.

Encamên rapirsiyê

Encamên rapirsiyê yên ku ji aliyê ORCyê ve hatine belavkirin bi vî awayî ne:

- Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî): Ji sedî 32,4

- Partiya Gel a Komarî (CHP): Ji sedî 27,0

- Partiya Tevgera Netewperest (MHP): Ji sedî 14,0

- ÎYÎ Partî: Ji sedî 7,1

- Partiya Çepên Kesk: Ji sedî 5,9

- Partiyên Din: Ji sedî 7,9

Li gorî encamên rapirsiyê dengên CHP, AKP û ÎYÎ Partiyê li gorî encamên hilbijartinên xwecihî yên 2019an kêm bûne.

Li aliyê din dengên Partiya Çepên Keska (YSP) ku HDP bi navê wê beşdarî hilbijartinan bûbû zêde bûne.

Encamên hilbijartinên xwecihî yên 2019an

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de rêjeyên dengên partiyên siyasî wiha bûn:

 - AK Partî: Ji sedî 44,3

- CHP: Ji sedî 30,1

- ÎYÎ Partî: Ji sedî 7,5

- MHP: Ji sedî 7,3

- HDP: Ji sedî 4,2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst