Hewlêr (Rûdaw) - Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got, "Pênaseya mafê hêviyê ya ku li ser bingeha îctihadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tê kirin jî tê wateya berdana bişert."
Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê û Wekîlê Serokê Komîteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariyê Mehmet Uçum li ser mafê hêviyê nivîsek nivîsî.
Uçum di nivîsa bi sernavê "Wekî îfadeyeke din a sûdwergirtina ji berdana bişert, mafê hêviyê" de got:
"Mijara ku wekî mafê hêviyê tê nîqaşkirin, wekî ku berê ji aliyê peywendîdaran ve bi berfirehî hatiye eşkerekirin, ne îmkaneke tehliyeyê ya taybet bi kesekî yan jî ji bo serokê rêxistina terorê ya fesixbûyî PKKyê Abdullah Ocalan e."
Mafê hêviyê û berdana bişert
Mehmet Uçum diyar kir ku pênaseya mafê hêviyê di çarçoveya DMMEyê de jî di wateya berdana bişert de tê bikaranîn.
Uçum anî zimên ku saziyeke hiqûqî ya cuda ya bi navê "mafê hêviyê" ku ji berdana bişert cuda be tune ye û di nivîsa xwe de wiha got:
"Pêşî em diyar bikin ku mijara ku wekî mafê hêviyê tê nîqaşkirin, wekî ku berê ji aliyê pêwendîdaran ve bi berfirehî hatiye eşkerekirin, ne îmkaneke tehliyeyê ya taybet bi kesekî yan jî ji bo serokê rêxistina terorê ya fesixbûyî PKKyê Abdullah Ocalan e.
Mafê hêviyê rasterast tehliyeyê jî nade. Mafê hêviyê qet ne sepana efûyê ye. Ya girîngtir, mafê hêviyê ne mafekî serbixwe ye, îfadeya cureyeke din a îmkana berdana bişert e.
Bi heman awayî, pênaseya mafê hêviyê ya ku li ser bingehê îctihadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tê kirin jî tê wateya berdana bişert.
Ji berdana bişert cuda û saziyeke hiqûqî ya cuda ya bi navê mafê hêviyê tune ye.
Di zagonên me de jî pênaseya mafê hêviyê nayê bikaranîn. Cih didin têgeha berdana bişert.
Her wiha nîqaş li ser wê yekê heye bê ka pênaseya mafê hêviyê ya ku hinek nivîskar dispêrin îctihada DMMEyê di cih de ye yan na.
Berdana bişert, ji mafekî ku ji hikumxwaran re hatiye dayîn zêdetir, qet nebe ji aliyê destpêkê ve îmkaneke hiqûqî ye.
Çimkî berdana bişert wekî mafekî rasterast nakeve dewrê. Mercên pêkhatina wê bi temamî girêdayî hikumxwar e.
Ev jî ew in ku cezayê herî kêm ê di qanûnê de hatiye diyarkirin bikişîne û di vê maweyê de 'bi halekî baş' be.
Ne mafekî teqez e, îmkaneke hiqûqî ye
Ti hikumxwar ji destpêkê ve bi awayekî teqez xwediyê mafê berdana bişert nîne.
Tenê hêviya berdana bişert heye. Qonaxa yekem kişandina cezayê asgarî bi awayekî 'baş' e.
Qonaxa duyem hebûna raporeke îdarî û biryara daraza înfazê ya di vê mijarê de ye.
Dema ev her du qonax bi erênî temam bûn kes bişert tê berdan.
Berdana bi şert nayê wateya tehliyeya biheq ango temambûna înfazê.
Lê belê eger di maweya berdana bişert de bi qestî sûcekî nû neyê kirin û eger hebin li gorî berpirsyariyên diyarkirî were tevgerîn, înfaz temamkirî tê hesibandin.
Heke na, kes hem cezayê xwe yê berê yê heta dîroka tehliyeya biheq dikişîne û hem jî ji ber sûcê nû zêdetir di saziya înfazê de dimîne. Ango derengtir ji berdana bişert sûdê werdigire.
Di vê çarçoveyê de mafê hêviyê, dayîna hêviya berdana bişert e ji bo her kesê ku cezayê heta hetayê standiye ku dê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne.
Ev ne pênasekirina mafekî rasterast e, dabînkirina îmkaneke hiqûqî ye.
Sedema vê ya bingehîn armanca ku bi giştî ji înfaza cezayê tê çaverêkirin e.
Ev armanc ew e ku hikumxwar vegere rewşeke ku ducare bi civakê re li hev bike.
Bi vê nêrînê, rêziknameyên zagonî yên ku mayîna heta hetayê ya di saziya înfazê de neçar dikin, bi armanca ku ji cezayê tê çaverêkirin re li hev nakin.
Pergala înfazê ya ku 'hêviya derketina ronahiya rojê rojekê' nade hikumxwar, ji armanca giştî ya cezayê dûr dikeve.
Lê belê pergalên ku ji bo hinek sûcan îmkana berdana bişert nadin jî hene. Li Tirkiyeyê jî hinek sûc li derveyî çarçoveyê hatine hiştin.
Eger îmkana berdana bişert ji bo kesên ku ji sûcên niha li derveyî çarçoveyê ne hikum xwarine re were dayîn jî dîsa esasên berdana bişert tên sepandin. Serlêdana tehliyeyê ya otomatîk nabe.
Li gorî rapora ku lijneyên îdare û çavdêriyê şeş mehan carekê bi nirxandinê amade dikin û biryara dadweriya înfazê kar tê kirin.
Ji bo biryara berdana bişert derkeve, divê were tesbîtkirin ku hikumxwar di maweya kişandina cezayê de 'baş' bûye. Heke na, kişandina cezayê xwe didomîne.
Demên cezakirinê
Li aliyê din, eger hikumxwarên li derveyî çarçoveyê têkevin nav çarçoveyê, ji ber ku mehkûmiyetên wan dispêre sûcê rêxistinî, li gorî hikmên qanûnî yên heyî:
Di hepsa muebed de 30 sal, di hepsa muebet a girankirî de 36 sal, di rewşa cezayê muebetê yê ku muebeteke din yan zêdetir lê hatiye zêdekirin de 40 sal, di rewşa muebeta ku cezayekî bi mawe yan zêdetir lê hatiye zêdekirin de herî zêde 40 sal ceza were kişandin şert e.
Heke di cih de sererastkirineke qanûnî were kirin jî kesên dikevin çarçoveyê bêyî ku van maweyan temam bikin nikarin ji vê îmkanê sûd wergirin.
Bi gotineke din, piştî ku cezayên diyarkirî hatin kişandin îmkana têkildarî hêviya berdana bişert dikeve dewrê.
Bi kurtasî, ji bo sûdwergirtina ji berdana bişert û di vê çarçoveyê de ji îmkana ku wekî mafê hêviyê tê îfadekirin, divê du rewş bi hev re pêk werin:
Yekem, kişandina cezayê bi qasî dema di qanûnê de hatiye diyarkirin.
Duyem, di maweya cezayê hatiye kişandin de rewşa baş a hikumxwar.
Dema dadwerê înfazê bi biryara xwe tesbît bike ku ev her du rewş bi hev re pêk hatine berdana bişert çêdibe. Heke na, înfaza hikumxwar didome.
Kî dê têkeve çarçoveyê?
Hikumxwarên ku di rewşa berfirehkirina berdana bişert a ku wekî mafê hêviyê tê nîqaşkirin de dê têkevin çarçoveyê ev in:
Yên ku cezayê hepsa muebet a girankirî ji ber sûcên rêxistinî yên li dijî ewlehiya dewletê, pergala destûrî û parastina neteweyî standine,
Sûcdarên terorê yên ku berê cezayên wan ên darvekirinê (îdamê) veguhastine cezayê hepsa giran a muebet an jî hepsa muebet a girankirî,
Yên ku wekî sûcdarên terorê cezayê hepsa muebet a girankirî standine.
Eger di vê mijarê de Parlamentoya Tirkiyeyê ya ku xwedî îrade û desthilata tam e sererastkirinekê bike ku çarçoveya hikumxwarên ku dê ji îmkana berdana bişert sûdê wergirin bi hikumxwarên li jor diyarkirî berfireh bike, Ocalan jî dikeve vê çarçoveyê.
Ev sererastkirin bi temamî di teqdîra Parlamentoya Tirkiyeyê de ye.
Helbet eger Parlamentoya Tirkiyeyê sûcên li derveyî çarçoveyê li çarçoveya berdana bişert zêde bike, dikare di vê mijarê de ji aliyê mawe, daxwaza nirxandinê, birêvebirina pêvajoyê, merciyên îdarî û darazî yên pêwendîdar û rayedar ve sererastkirineke taybet jî bike.
Dikare usûleke cuda ji usûla giştî ya berdana bişert diyar bike. Di vî warî de ti astengiyeke hiqûqî nîne.
Rewşa heyî ya berdana bişert
Li gorî Qanûna Înfazê ya di meriyetê de ye, ji xeynî hikumxwarên li derveyî çarçoveyê yên li jor hatine diyarkirin, hemû hikumxwar cureyê sûc û cezayê wan çi dibe bila bibe xwediyê îmkana berdana bişert in.
Mînak, yên ku ji sûcê terorê cezayê muebet an hepsa bi mawe standine, dîsa yên ku ji xeynî sûcên li derveyî çarçoveyê ji sûcên din cezayê muebeta girankirî an hepsa muebet standine di rewşa heyî de dikarin ji vê îmkanê sûdê wergirin.
Lê wekî hatiye îfadekirin, eger şertên kişandina cezayên herî kêm yên di qanûnê de û rewşa baş a di maweya cezayê de bi hev re pêk werin ev îmkan dikeve dewrê.
Ji ber vê yekê, di çarçoveya berfirehkirina berdana bişert a ku niha wekî mafê hêviyê tê nîqaşkirin de, şaş e mirov wisa binirxîne ku sankî cara ewil e ji bo sûcdarên terorê berdana bişert tê anîn.
Niha ji endamên çeteya FETOyê yên ku cezayê muebet û hepsa bi mawe standine îmkana berdana bişert heye.
Yên li derveyî çarçoveyê tenê ew in ku cezayê hepsa muebet a girankirî standine.
Eger sererastkirineke wiha derkeve, ji bo ku endamên çeteya FETOyê yên cezayê hepsa muebet a girankirî standine ji vê îmkanê sûdê wergirin, li gorî hikmên qanûnî yên heyî dema sala 2016an li ber çavan bê girtin, divê herî zû heta 2046an, herî dereng heta 2056an ceza bikişînin û di vê maweyê de 'baş' bin.
Dema li ser vê mijarê şîrove tê kirin, divê şertên razana cezayê herî kêm û rewşa baş û şertê biryara erênî ya dadweriya înfazê her tim li ber çavan bê girtin.
Li aliyê din, Parlamentoya Tirkiyeyê bixwaze dikare berfirehkirina berdana bişert bi sererastkirineke taybet a ku bi endamên rêxistina terorê ya fesixbûyî re sînordar e jî bike.
Di vê rewşê de FETO jî di nav de endamên rêxistinên din ên terorê yên ku cezayê hepsa muebet a girankirî standine li derveyî vê berfirehkirinê dimînin. Ev jî vebijêrkeke hiqûqî ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse