Serokê Şaredariya Şîşliyê jî hat desteserkirin

19-03-2025
Nîşan Şaredariya Şîşliyê Stenbol Resul Emrah Şahan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, Serokê Şaredariya Şişliyê Resul Emrah Şahan hat desteserkirin.

Li mala Resul Emrah Şahan lêgerîn hat kirin û ew hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Di heman çarçoveyê de derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şêwirmendê wî yê çapemeniyê Murat Ongun biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst