Seroka Înîsiyatîva Mafan mercên serkeftina pêvajoyê eşkere kirin

20-08-2025
RÛDAW
 Seroka Înîsiyatîfa HAKê Fatma Bostan Unsal bû mêvana Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Seroka Înîsiyatîfa HAKê Fatma Bostan Unsal bû mêvana Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Înîsiyatîfa HAK Fatma Bostan Unsal Komîsyona Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezirînerên AK Partiyê û Seroka Înîsiyatîva Mafan (HAK) Fatma Bostan Unsalê, derbarê komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin axivî û got, ji bo serkeftina pêvajoyê divê pêşî "paqijiya rê" bê kirin.

Seroka Înîsiyatîva HAKê Fatma Bostan Unsalê, li ser rojeva pêvajoya aştiyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ji Rûdawê re axivî.

Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku tundî wekî encama pirsgirêka Kurdan derketiye holê û tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo avakirina jîngeheke bi ewle, divê ji tayînkirina qeyûman heta serbixweyiya darazê û ji mafên çandî heta perwerdeya bi zimanê dayîkê gelek gavên berbiçav bên avêtin.

Unsalê da zanîn ku ew ji bo komîsyonê hatine vexwendin û ew amade ne ku wekî Înîsiyatîva HAKê encamên forum û komxebatên xwe bi komîsyonê re parve bikin.

"Pirsgirêka sereke ew sedem in ku ji 1993yan ve li benda çareseriyê ne"

Fatma Bostan Unsalê anî ziman ku biçûkkirina pirsgirêka Kurdan wekî çekdanîna PKKyê şaşiyeke bingehîn e û got ku pirsgirêka sereke ew sedem in ku ji sala 1993yan ve li benda çareseriyê ne.

Unsalê got, “Teror encama vê pirsê ye, ne destpêka wê ye. Ji ber vê yekê bidawîkirina terorê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê gaveke erênî û destpêkek e.

Lê ev nayê wateya ku pirsgirêk bi dawî bûye. Ev gaveke ku di warê çareserkirina pirsgirêkê de baweriyê ava dike.

Ji ber vê yekê komîsyon hat avakirin û divê di çarçoveya wê de ev hemû mijar bên nîqaşkirin.”

“Qeyûm neheqiyeke pir mezin e”

Unsalê da zanîn ku divê pirsgirêk ji mijarên wekî miameleya xerab a li Zindana Amedê, şewitandina gundan û "Torosên spî" wêdetir bêne nirxandin û wiha pê de çû:

“Mixabin Serokkomar behsa qeyûman nekir. Ev yek piştî sala 2016an dest pê kir û zerereke cidî da mafê hilbijartin û hilbijartîbûnê.

Ev sê serdem in şaredarên bajarên mezin ên ku hatine hilbijartin ji kar tên dûrxistin û tên girtin. Ev neheqiyeke pir mezin e.”

“Ji bo ewlehiyê paqijiya rê şert e”

Unsalê bal kişand ser wê yekê ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên ku baweriyê zêde dikin bên avêtin û diyar kir ku li gorî pêvajoya 2013-2015an, Tirkiye di warê dewleta hiqûqê de li xaleke xirabtir e û wiha domand:

“Pêwîst e paqijiyeke rê bê kirin. Rakirina qeyûman şert e. Li Tirkiyeyê siyasîbûna darazê pirsgirêkeke girîng e.

Her wiha navê gelek cihan hat guhertin, navên ku bi hezaran salan hatine bikaranîn, ji nişka ve bi navên din hatin guhertin.

Ev tiştekî zarokane ye, divê bê sererastkirin. Her çend îro hinekî serbestî hebe jî nebûna Kurdî wekî zimanê perwerdeyê dibe sedem ku mirov nikaribin berhemên xwe bi vî zimanî biafirînin.

Li gorî UNESCOyê, Kurdî ketiye nav zimanên ku di bin xetereya tunebûnê de ne. Çima wisa bibe? Zimanek, mirovek e.”

"Di navbera Tirk û Kurdan de dîwar nîne lê propagandaya yekalî heye"

Unsalê destnîşan kir ku di navbera gelên Tirk û Kurdan de, wekî mînaka Îrlandaya Bakur, cudabûn û bêbaweriyeke kûr nîne û got ku pirsgirêka sereke ew e ku raya giştî bi salan e bi awayekî yekalî tê agahdarkirin.

Unsalê anî ziman ku derketina rastiyan holê dê raya giştî rihet bike û got:

“Çend roj berê li Haberturkê orgeneralekî got ku di salên 90î de kuştinên kiryar nediyar çêbûne û ev polîtîkaya dewletê bû. Ev gelekî girîng e.

Skenceyên li Zindana Amedê, şewitandina gundan... ev hemû nehatin vegotin.

Rêxistin û serokê wê wekî ‘kujerê pitikan’ hatin nîşandan. Mirov rastî propagandaya yekalî hatin.

Tevî vê yekê jî di navbera Tirk û Kurdan de dîwarekî mezin nîne. Derketina heqîqetan holê dê raya giştî gelekî rihet bike.”

"Ez derbarê pêvajoyê de bi hêvî me"

Unsalê got, “Belê, ez bi hêvî me. Ez di wê baweriyê de me ku pêşketinên herêmî û navneteweyî Tirkiyeyê ber bi vê yekê ve dibin.

Wê herî dawî tekez kir ku li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî di vê komîsyonê de tên temsîlkirin, ev jî hêzeke mezin dide komîsyonê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst