Akşener piştgirî da êrîşa ser Rojava: Pêvajoyek dijwar e, serkeftinê dixwazim

20-11-2022
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Meral Akşener Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bi gotina “Ji artêşa Tirk re ji bo operasyona dersînor a ku di derengiya şevê de dest pê kir serkeftinê dixwazim” piştgirî da êrîşa esmanî ya Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê.

Artêşa Tirkiyê şevê din operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Pence Şûr” dest pê kir û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di Civîna Mamosteyên Teqawut, Damezrandî û Nedamezrandî ya li Miniaturk a Stenbolê de têkildarî operasyona nû ya artêşa Tirkiyê ya bo ser hin deverên Rojava û Başûrê Kurdistanê axivî ku navê “Operasyona Pence Şûr” lê hatiye kirin.

Li gor vîdyoya ku di twîtera Meral Akşener de hatiye belevkirin, Akşener têkildarî operasyonê dibêje, “Ji bo operasyona dersînor a ku derengiya şevê dest pê kir, ji artêşa Tirk re serkeftinê dixwazim. Bila kevir nekeve lingên leşkerên me. Hêvîdar im her tişt li gor hestên miletê me, wek ku me pêşbînî kiribû, pêş bikeve. Pêvajoyek dijwar e, Xwedê hêsan bike.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, “Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin.”

Fermandariya Giştî ya HSDê herwiha amarên êrîşan aşkere kiriye û diyar kiriye, di êrîşan de heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane, ku 15 ji wan xelkê sivîl, karmend û şervan in û 15 kes jî leşkerên artêşa Sûriyê ne.

Herwiha Fermandariya Giştî ya Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro di dauxyaniyekê de ragihand, di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê de tenê li gundê Teqil Beqilê yê Dêrikê “11 welatiyên sivîl” canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst