Akşener: Erka me ye ku em vê peyamê fêm bikin

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Meral Akşener ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener derbarê encamên hilbijartinê de daxuyanî da.

Meral Akşener bi gotina "Em hêj li vir in", ji ber xebatên hilbijartinê bi taybetî spasiya jin û ciwanan kir.

Akşener jî pîrozbahî li Erdogan kir, lê ji ber di axaftina xwe ya li Kisikliyê de bêrêzê li Kiliçdaroglu kiriye, rexne li Erdogan girt.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Meral Akşener diyar kir:

“Me gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê temam kir. Ez spasiya berpirsên sindoqan, parêzerên me, şahidên me, welatiyên me yên ku deng dane, bi taybetî jî ciwan û jinan dikim.

Dengê her kesekî me ji bo me pir bi qîmet e.

Tevî hemû propagandayên reş û provokasyonan jî gelê me mafê xwe yê demokratîk bi rêjeyeke mezin bi kar anî.

Li welatê me ev demeke dirêj e rojeva hilbijartinê heye û vê rojevê Tirkiye westandiye. Pirsgirêka herî sereke jî aborî ye. Niha dema wê ye ku mirov li ser pirsgirêkan bisekine û bêyî windakirina wextê çareseriyan bibîne.

Em dê erka muxalefetê ya ku gelê me daye me bi heman dirûşmeyê, bi ciddî, bi feraseta ku dengder welî nîmet in, bi cih bînin.”

"Erka me ye ku em vê peyamê fêm bikin"

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener destnîşan kir: “Miletê me got ew ê di van hilbijartinan de vê yekê bibêjin. Wezîfeya me ye ku em vê peyamê fam bikin û piştî têgihiştina wê çi pêwîst be bikin. Weke Partiya Baş, em ê vê yekê rast bikin.

Divê ti endamekî gelê me ji encamên hilbijartinê bêhêvî nebe. Bi hesta têkçûnê xwe reşbîn nekin. Ger baweriya me bi demokrasiyê heye, divê em ji bîr nekin ku hilbijartin nîşaneya herî bingehîn e.

Di welatên demokratîk de her tişt dikare were nîqaşkirin û îtîrazkirin, lê tenê mijarek nayê îtîrazkirin, ew jî encamên dengên hilbijêran e ku bi îradeya azad dane ser sindoqan. Îradeya gel taca serê me ye. Ji roja ewil ve em bi guhdana dengê miletê xwe tevdigerin.”

"Em dê guh bidin daxwazên gelê xwe"

Di berdewamiya axaftina xwe de, Meral Akşener got: “Li pişt gotinên me; Me rê neda ku ji bilî daxwaz û xwestekên miletê xwe ti hêz, azwerî û daxwazeke kesayetî hebe. Ji bo vê jî dem bi dem em rastî rexneyên tund tên û me bedelên mezin daye. Piştî îro jî emê bi heman awayî guh bidin daxwazên miletê xwe. Em hîn jî li vir in. Endamên ÎYÎ Partiyê û ÎYÎ Partî li vir, li parlementoya Tirkiyê ne.

Em dê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ez birêz Erdogan ku li gorî encamên nediyar ji nû ve hat hilbijartin pîroz dikim.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst