DEM Partiyê nûnera xwe ya here Îmraliyê diyar kir: Em ê bi fermî derbasî qonaxeke nû bibin"
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku eger Komîsyona parlamentoyê biryara çûna Îmraliyê bide, Gulîstan Kiliç Koçyîgît dê wekî nûnera wan di heyetê de cih bigire.
Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) her wiha da zanîn ku bi vê pêngavê re dê di pêvajoya çareseriyê "bi fermî derbasî qonaxeke nû bibin."
Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya DEM Partiyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser helwesta partiyên siyasî û got, "Tiştê rast û pêwîst hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye û divê di vî warî de ti fikar, endîşe û kompleks çênebin."
"Hemû Tirkiye li hemberî ezmûneke dîrokî ye"
Ayşegulê da zanîn ku hemû Tirkiye û partiyên siyasî li hemberî "ezmûneke dîrokî" ne û got:
"Divê em ji vê bendê derbas bibin. Mijar aştî ye û mîmarê vê aştiyê jî Ocalan e."
Berdevka DEM Partiyê bangî hemû partiyan kir ku bi berpirsiyarî tevbigerin û berjewendiyên siyasî û hesabên dengan bidin aliyekî.
Ayşegulê teqez kir ku hevdîtina bi Ocalan re tê wateya "bidawîkirina şer û vekirina qada siyaseteke demokratîk."
Siyasetmedara Kurd di berdewamiyê jî de got, "Ocalan dibêje, 'em jiyana ku bi şer hatiye parçekirin, jinûve ava bikin.'
Bêyî ku em guh bidin vî dengî, em dê çawa bi pêş bikevin?"
Gulîstan Kiliç Koçyîgît dê biçe
Ayşegulê di dawiya axaftina xwe de navê nûnera partiya xwe ya ku here Îmraliyê jî eşkere kir û got:
"Me di civîna xwe ya Desteya Birêvebiriya Navendî de endama xwe ya ku dê biçe Girava Îmraliyê diyar kir.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît dê li ser navê me di wê heyetê de cih bigire. Eger hejmara nûneran zêdetir bibe, em dê navên din jî diyar bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse