Dema ji dawetê vedigeriyan pev çûn: 3 kuştî

21-07-2025
RÛDAW
Nîşan Zonguldak Pevçûna Bi Kêran Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Zonguldakê yê Tirkiyeyê di pevçûna bi kêran de 3 kes hatin kuştin.

Du komên ku berê di navbera wan de neyartî hebû, li gundê Korogluyê yê Zonguldakê dema ji dawetê vedigeriyan pêrgî hev bûn.

Nîqaşa ku di navbera her du koman de derket, piştî demekê veguherî pevçûna bi kêran.

Kesê bi navê Erdenîz K., di dema pevçûnê de bi kêrê li Halîlcan Koroglu (24), Emîrkan Koroglu (18) û Nazmiye Korogluyê ya li cihê bûyerê da û ew birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin du nexweşxaneyên Zonguldakê.

Lê li gel hemû midaxeleyên bijîşkî jî her sê kes mirin.

Merivên kesên kuştî li ber nexweşxaneyan kom bûn û polîsan jî tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Hat ragihandin ku kesê bi navê Erdenîz K.yê ku her sê kes birîndar kiribûn û paşê miribûn, hatiye desteserkirin.

Lê heta niha nayê zanîn bê ma şer û pevçûn li ser çi bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst