Peymana Xeta Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê bi dawî dibe

21-07-2025
RÛDAW
Nîşan Xeta Boriya Petrolê Kerkûk-Ceyhan Tirkiye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peymana Xeta Boriya Petrola Xav a di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ku sala 1973yan hatibû îmzekirin, sala 2026an bi dawî dibe.

Li gorî biryara Serokkomariya Tirkiyeyê ya bi hejmara 10113an ku 20ê Tîrmeha 2025an di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, dema Peymana Xeta Boriya Petrola Xav a Tirkiye-Îraqê 27ê Tîrmeha 2026an xelas dibe.

Xeta Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ku wekî Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê jî tê zanîn, di çarçoveya peymana ku 27ê Tîrmeha 1973yan di navbera her du hikûmetan de hatibû îmzekirin, ji bo veguhastina petrola xav a Kerkûkê û zeviyên din ên Îraqê ber bi Bendera Ceyhanê ve hatibû çêkirin.

Di vê xetê re veguhastina yekem a petrolê 25ê Gulana 1977an dest pê kiribû.

Peyman herî dawî sala 2010an hatibû nûkirin û dema wê 15 salan hatibû dirêjkirin.

Di Xeta Boriya Petrolê ya Ceyhanê re herî dawî petrola Herêma Kurdistanê dihat hinartin.

Ew hinarde jî ji Adara 2023yan ve piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Bazirganiyê ya Parîsê, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû rawestandin.

Zêdetirî du salan e ku ew xeta boriyê nayê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst