Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) got, “Eger hewce bike divê mirov here Îmraliyê jî eger hewce bike divê mirov here Qendîlê jî.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş de ji bo gotûbêjkirina mijara "çûyîna Îmraliyê" civiya.
Komîsyonê biryar da ku şandeyek here Îmraliyê.
MHP AK Partî, DEM Partî, TÎP û EMEPê got, "Erê" û biryar bi 32 dengan hat standin.
DSP, DP û HUDA PARê got "Na", CHP û Yenîden Refah jî beşdarî rûniştin û dengdanê nebûn û Rêya Nû jî "Bêalî" ma.
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê de axivî.
“Helbet dê hevdîtin bê kirin"
Ahmet Şik amaje bi "pêvajoya çareseriyê" ya berê kir û got:
"Wê demê jî krîza 'Gelo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin an na?' çêbûbû, vê carê jî krîzeke wiha heye. Helbet dê hevdîtin bê kirin."
"Divê mirov here Qendîlê jî"
Ahmet Şik diyar kir, kesên ku di rûniştinên girtî de axivîne jî heman tişt gotiye û wiha berdewam kir:
“Êdî divê dawî li vê nîqaşa bêencam were anîn.
Eger hewce bike divê mirov here Îmraliyê jî eger hewce bike divê mirov here Qendîlê jî.
Divê bi Selahattîn Demîrtaş re jî bi Fîgen Yuksekdagê re jî û bi Osman Kavala re jî hevdîtin bê kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse