240 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

22-01-2025
RÛDAW
Nîşan Operasyona Gurzê PKK Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava du hefteyan de 240 kes bi hînceta PKKyê hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan di oparasyonên bi navê “Gurz-39 û Gurz-40”ê de li 43 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon kirine.

Bi gotina Alî Yerlîkaya, di nava du hefteyan de bi hînceta "endamtî û propagandaya PKKyê" 240 kes hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku operasyon ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Parêzgehan û Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehan ve bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê û Rêveberiya Îstixbaratê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hatine kirin.

Operasyonên bi navên “Gurz-39” û “Gurz-40” li parêzgehên Amed, Êlih, Çewlîg, Semsûr, Xarpêt, Colemêrg, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim, Wan, Agirî, Erzirom û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê hatine kirin.

Her wiha heman operasyon Stenbol û Enqere jî di nav de li 25 parêzgehên Tirkiyeyê jî hatine kirin û hêzên ewlehiyê bi ser cihên kar û malan de girtiye.

240 kes bi hînceta ku wan “di nav xebatên rêxistina PKKyê de cih girtiye, propaganda wê rêxistinê kiriye, alîkariya darayî dane rêxistinê û li ser medyaya civakî propaganda rêxistinê kiriyê ” hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst