Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku pêvajo bûye polîtîkaya dewletê.
PKKyê 12ê Gulanê encamên Kongreya 12emîn ragihandin.
PKKyê biryara xwefesixkirinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî da.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser pêvajoya nû ji Beyaz TVyê re axivî.
“Pêvajo bûye polîtîkaya dewletê”
Cevdet Yilmaz diyar kir, pêvajoya ku tê birêvebirin bûye “polîtîkaya dewletê” û hinek hêz hene hewl didin pêvajoyê têk bidin û got:
“Divê di vê demê de em li hemberî provokasyonan hişyar bin. Ezmûneke me heye û ji ber vê yekê em vê dibêjin.
Metirsiyeke herî mezin a vê demê zanyariyên ne rast in.
Dibe ku gelek îdiayên bêbingeh û zanyariyên nerast bên rojevê.
Tiştê herî girîng li qadê şopandina pêvajoya xwefesixkirin û çekdanînê ye.
Saziyên dewleta me yên pêwendîdar, bi taybetî teşkîlata me ya îstixbaratê dê pêvajoyê û bicihkirina biryarê ji nêzîk ve bişopîne.”
“2 trîlyon dolar hatine xerckirin”
Yilmaz anî ziman ku di şerê bi PKKyê re de nêzîkî 2 trîlyon dolaran hatine xerckirin û eger pêvajo bigihîje encamê dê bandoreke erênî li aboriya herêmê jî bike.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê rewşa Sûriyeyê jî careke din anî ziman ku ew alîgirê yekîtiya axa Sûriyeyê ne û naxwazin Sûriye parçe bibe û vê yekê qebûl nakin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse