Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê êrişa Amerîkayê li tesîsên Îranê got, "Yekane rêya çareseriya nakokiya derbarê programa nukleerî ya Îranê de, dan û standin e"
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wan êrişî santralên nukleerî yên bi navê Fordo, Netenz û Îsfehanê kirine.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê aloziyê û bernameya nukleerî ya Îranê daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Wekî Tirkiye, me di her firsendê de bal kişandibû ser metirsiya belavbûna pevçûna ku bi êrişkariya Îsraîlê ku li herêmê dest pê kir û metirsiya têkçûna hawirdora ewlehiyê.
Êrişa ku îro (22yê Hezîranê) ji aliyê Amerîkayê ve li dijî tesîsên nukleer ên Îranê hate kirin, ev metirsî gihandiye asta herî bilind.
Tirkiye, ji encamên muhtemel ên êrişa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleerî yên Komara Îslamî ya Îranê gelekî nîgeran e.
Bipêşketinên ku diqewimin, dikarin bibin sedem ku nakokiya herêmî bigihîje asta cîhanî. Em naxwazin ev senaryoya karesatê pêk were.
Em bangî hemû aliyên pêwendîdar dikin ku bi berpirsiyarî tevbigerin, êrişan demildest û bi awayekî dualî rawestînin û xwe ji wan pêngavên ku dikarin bibin sedema zêdetir windahiyên canî û wêraniyê dûr bigirin.
Yekane rêya çareseriya nakokiya derbarê programa navokî ya Îranê de danûstandin e.
Em bangî civaka navneteweyî dikin ku piştgiriyê bide hewldanên ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk di navbera aliyan de.
Tirkiye amade ye ku berpirsiyariya dikeve ser milê wê bi cih bîne û tevkariyên avaker pêşkêş bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse