Parlamenterekî AK Partiyê: Komîsyon dê hefteya bê were avakirin

24-07-2025
Ferdî Sak
Nîşan Faruk Kiliç AK Partî Komîsyona Pêvajoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê Faruk Kiliç ji Rûdawê re ragihand ku bi egerekî mezin  komîsyona pêvajoya çareseriyê ya Parlamentoyê dê hefteya pêşiya me bê avakirin.

Faruk Kiliç her wiha got, “Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin hevdîtinan dike û dixwaze hemû alî di komîsyonê de cih bigirin.”

Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Civînê derdora 45 deqeyan berdewam kir û nexşerêya  pêvajoya çareseriyê û Komîsyona Parlamentoyê yek ji mijarên sereke yên civîna AK Partiyê bû.

 Parlamenterê Mêrdînê yê AK Partiyê Faruk Kiliç jî ku di civînê de beşdar bû derbarê pêvajoya çareseriyê û xebatên komîsyona parlamentoyê ji Rûdawê re axivî.

Faruk Kiliç eşkere kir ku bi egereke mezin dê hefteya pêşiya me komîsyona parlamentoyê were avakirin.

Kiliç derbarê derengmayîna avakirina komîsyonê jî got:

“Ji bo vê komîsyonê behsa vê hefteyê dihat kirin. Seroke MÎTê dixwaze hemû alî di nav vê komîsyonê cih bigirin û dixwaze aliyan razî bike.

Komîsyon dê di demek nêzîk de were avakirin. Eger heye hefteya pêşiya me ev komîsyon bê ragihandin.”

“Em dixwazin temamî rengên Tirkiyeyê di komîsyonê de hebin”

Kiliç derbarê helwesta ÎYÎ Partiyê ya li ser pêvajoyê û komîsyona parlamentoyê jî got:

“Em dixwazin temamî rengên Tirkiyeyê di nav Komîsyonê de  hebin lê ÎYÎ Partî û Zafer li gorî xwe ji xwe re rêyek dîtine û bi awayekî şexsî nêzîkî vê meseleyê dibin.

Em dibêjin ev rê ne rê ye. Ev pêvajo di berjwendiya Tirkiyeyê de ye û divê kesek li hemberî wê nesekine.

Birêz Îbrahim Kalin jî dixwaze wan razî bike lê wê wan razî bike an na em vê yekê nizanin.”

Faruk Kiliç ragihand li gorî rapirsiyan li Tirkiyê zêdeyî ji sedî 80yê xelkê piştevaniya pêvajoyê dikin û got:

"Gelek kêm kes hene ku li gel ÎYÎ Partî û Partiya Zaferî xwedî heman nerînê ne.”

Wî li ser helwesta CHPyê ya derbarê pêvajoyê û gotinên Ozgur Ozel ên “Li Amedê demokrasî, li Stenbolê Otokrasî nabe” jî got:

“Pêvajoya CHPyê pêvajoyeke cuda ye. Tişta ku li Stenbolê çêbû ne li ser meseleya demokrasî û mafên mirov e,  mesele  karên neyasayî û ne di rê de hatine kirin.

Meseleya wan ne li ser mafên bingehîn e. Divê em van tiştan tevlîhev nekin.”

 Parlamenterê AK Partiyê amaje bi rûdanên dawî yên li Sûriyeyê û navçeyê jî kir û got:

“Tiştên li navçeya me çêdibin AK Partî,  DEM Partî û  MHP derbarê pêvajoyê nîgeran e ku pêvajo têk biçe lê tevî vê yekê jî hemû alî geşbîn in ku pêvajo bi ser bikeve û xebatên derbarê pêvajoyê didomin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst