Çawişekî pispor piştî ku hevjîna xwe û kurê xwe kuştin xwe jî kuşt

24-10-2023
Nîşan Kocaelî Çawişê Pispor Kuştin Birîndarkirin Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Golcukê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê, çawîşekî pispor ê malnişîn, bi çekê gule li hevjîna xwe û keç û kurê xwe reşandin.

 Çawîşê pispor ê malnişîn Nevzat A. bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li gorî agahiyan, Nevzat A. ji ber sedemeke nediyar bi demançeyê gule li hevjîna xwe Zuleyha A., kurê xwe Ogulcan A. û keça xwe Nurseda A.yê reşandin û piştre bi heman çekê gule berda xwe jî.

Di bûyerê de Nevzat A. Zuleyha A. û Ogulcan A. canê xwe ji dest da û Nurseda A. jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Nurseda A. bi birîndarî veguhast nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Nurseda A.yê giran e û metirsiya wê ya canî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst