Li Enqerê taştêya Kurdewarî hat pêşandan

24-11-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Enqerê duyemîn festivala taştê birêve çû
Li Enqerê duyemîn festivala taştê birêve çû
Nîşan Taştê Festîvala Bajaran
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Li Enqerê îsal duyemîn festivala taştê birêve diçe û beşek bajarên Bakurê Kurdistanê bi berhemên xwe di vê festîvalê de beşdar in. Yek ji wan bajaran jî Colemêrg e.

Bajarê Colemergê bajarekî li ser merzê Başurê Kurdistanê ye û bi hingivê xwe navdar e, di heman demê de van salên dawî li navçeya Çelê berhemên tehînê jî zêde bûne.

Duyemîn festîvala taştê li Enqere bi beşdariya 5 jê ji Bakurê Kurdistanê 14 bajaran bi reve çû. Bajarên beşdar di festivalê de hewl didin ku hem berhemên xwe bidin nasandin û hem jî bi xêra festivalê qazancê xwe zêdetir bikin.

Bajarê Colemergê di festival û boneyan de zêde navê wê dernakeve pêş, lê di vê  festivalê de hingivînê Colemergê bala gellek kesan kişandiye.

Serokê Jûra Mêşvanan a Colemêrgê Halil Ege ji Rûdawê re got: “Em ji Colemêrgê ji welatê rengîn hatine. Me hingivê Colemergê, Şemzînan û Geverê aniye. Hingivê me gellek navdar e. Herwiha me me tehîna Çelê jî aniye.”

Di festivalê de gellek coreyên xwarinên taştê, weke hingivîn, mast, penîr, mirabe, corek, kade, kulîçe û bi dehan coreyên zeytûnan hatine pêşandan û têne firotin.

Beşdariyê festîvalê Metin Terzî jî dibêje: “Daxwazeke wiha ya jî hebû, pêwîstî jî hebû, festival gellek baş e. Beşdarî jî di asteke baş de ye.”

Beşdariya festîvalê ya bi navê Hanîfe Deniz jî got: “Ez gellek kêfxweş im ku hatime vir. Festival baş e, ez spasiya rayedaran dikim û qazancê me jî baş e. Hêvîdar im her sal festival hebe.”

Di nav Xelkê beşdar de jî hinek kes gellek ji festivalê razî bûn, lê hinek gilî ji bihayê xwarinan hebû.

Mêvana bi navê Elif Yoruk jî li hemberî festîvalê kêfxweşiya xwe nîşan da û got: “Gellek xweş bû, her tişt heye, ji gellek heremên cuda gellek berhemên baş hene û bihayê wan jî baş e.”

Mêvan Saît Tutal jî got: “Baş e, lê her tişt gellek biha ye, li gorî bazarên derve ji sedî 30 giranî heye.”

Di festival îsal de ji Bakurê Kurdistanê bajarên weke Colemêrg, Mereş, Îdir, Erzerom û Erzingan; ji Tirkiyê jî bajarên weke Enqere, Konya, Bolu , Mugla, Entakya, Tokat, Afyon û Antalya beşdar bûn.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst