Sancar: Peyama Ocalan dê 27ê Sibatê were eşkerekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Abdullah Ocalan Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar ragihand ku peyameke nû ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan heye û ew peyam dê 27ê Sibatê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê û Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar ji Rûdawê re axivî.

Di salvegera banga dîrokî de peyama nû

Sancar diyar kir ku di salvegera yekem a banga dîrokî ya 27ê Sibata 2025an de metnek dê were parvekirin ku perspektîfên nû yên Ocalan li xwe digire.

Sancar her wiha destnîşan kir ku prose dê bi awayekî şefaf were birêvebirin.

"Naverok dê di civînê de were eşkerekirin"

Mîthat Sancarê ku ji Rûdawê re axivî, nexwest derbarê naveroka peyamê de hûrgiliyan bide û got ku divê çavên herkesî li civîna 27ê Sibatê be.

Daxuyaniya Sancar wiha ye:

"Helbet peyameke Abdullah Ocalan a ku were xwendin heye. Lê bê ka ev peyam ji çi pêk tê, dê di civîna çapemeniyê de diyar bibe.

Em dê 27ê Sibatê, yanî di salvegera yekem a wê banga dîrokî ya sala 2025an de careke din civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Em dê wê rojê peyama Ocalan bi hemû raya giştî re parve bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst