Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan ragihand, "Dibe ku Abdullah Ocalan peyamekê bide Papayê Vatîkanê."
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Mêrdînê George Aslan beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û bersiv da pirsên Cafer Mubeşirniya.
Papayê Vatîkanê Papa Leoyê XIV. ji bo yekemîn serdana xwe ya fermî ya derveyî welêt diçe Tirkiyeyê.
Vatîkanê hûrgiliyên serdana çarrojî ya Papa belav kirin.
Papa dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicive û here Enqere, Stenbol û Îznîkê.
"Serdan ji bo Xiristiyanan pir girîng e"
George Aslan li ser serdana Papa got, "Ev serdan ji bo gelê Xiristiyan gelekî girîng e, ji ber ku hevdem e bi 1700emîn salvegera yekemîn Konseya Nîkeayê (Îznîkê)."
Îsal 1700emîn salvegera yekemîn Konseya Nîkeyayê ye ku li Îznîkê hatibû lidarxistin û ji bo cîhana Xiristiyaniyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Papa dê bermahiyên Dêra "St. Neophytos"ê jî ziyaret bike.
Ev cih bi salan di bin ava Gola Îznîkê de mabû û dê li wê deverê merasîmeke olî çêbibe.
Ji bo vê mebestê, li ser avê platformeke taybet hatiye çêkirin da ku Papa û geştyar karibin bêyî ku zererê bidin bermahiyan, mozaîk û goran bibînin.
"Dibe ku Ocalan peyamekê bide"
Serdana Papayê Vatîkanê li gel nîqaşên li ser "pêvajoya aştiyê" ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdem e.
George Aslan li ser pirsa "Gelo Ocalan dê peyamekê bide Papa Leo?" amaje bi egera şandina peyamekê kir û got: "Eger şandeya Îmraliyê wî (Ocalan) ziyaret bike, dibe ku peyameke wî hebe."
Aslan li ser daxwazên xwe yên ji Papa jî wiha axivî: "Papa mirovekî olî ye, tiştek nîne ku em jê daxwaz bikin.
Papa berdewam behsa aştiyê dike û ji bo aştiyê diayan dike û ev karê mirovên olî ye.
Ez pêşbînî dikim ku diayan ji bo aştiyê bike û hinek axaftinan li ser vê mijarê bike.
Eger ez Papa bibînim, ez dê jê bixwazim ku behsa aştiyê bike."
Gelo dê hevdîtineke Papa û DEM Partiyê çêbibe?
George Aslan li ser egera hevdîtineke Papa û DEM Partiyê got:
"Me hewl da ku em bi wî re bicivin lê ji ber ku dema wî kêm e, ti hevdîtin nayên kirin.
Dibe ku sibe li Stenbolê beşdarî civînên Papa bibim."
Rewşa Xiristiyanan
Aslan li ser rewşa zimanê Suryanî û hejmara Xiristiyanan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî agahî dan û got:
"Ji sedî 95ê xelkê me li Tirkiyeyê nemaye û li Diyasporayê ne, her wekî li Îraq û Sûriyeyê jî kêm bûne.
Em vî welatî wekî welatê xwe dibînin û ji hemû neteweyan kevintir in."
Li gorî agahiyên ku Aslan dane, li Mêrdîn û gundên wê nêzîkî 5 hezar Xiristiyanan hene.
George Aslan her wiha ragihand, "Ji ber kêmbûna hejmara Xiristiyanan perwerdeya Suryanî nîne lê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê her neteweyê ye.
Ya ku ez dizanim ev maf li Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê jî heye."
Bernameya Papa
Papa Leo mîna Papayên berê dê şemiyê Mizgefta Sultan Ahmetê ziyaret bike.
Pişt re dê here Dêra Suryanî ya Ortodoks a Mor Efremê û dûv re bi Patrîkê Fenerê yê Rûm Bartholomeos re bicive û daxuyaniyeke hevbeş îmze bikin.
Papa heman rojê li Volkswagen Arenayê merasîmeke olî ya mezin saz bike ku dê bi hezaran kes beşdarî bibin.
Papa dê roja dawî ya serdana xwe, beşdarî merasîmeke olî ya li Katedrala Apostolî ya Ermeniyan bibe.
Papa Leo dê yekşemê piştî nîvro ber bi Beyrûta paytexta Libnanê ve bi rê bikeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse