Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya vê hefteyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê eşkere bû.
Komîsyon dê guh bide serokên berê yên parlamentoyê û serokên baroyên çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Komîsyon dê roja çarşem û pêncşemê bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bicive.
Serokên baroyan dê bên guhdarîkirin
Komîsyon dê roja çarşemê di civîna 6emîn de guh bide Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan.
Her wiha serokên baroyên Enqere û Stenbolê û serokên baroyên Çewlîg, Amed, Hatay, Meletî, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Sêwazê jî dê bên guhdarîkirin.
Serokên berê yên parlamentoyê jî dê biaxivin
Roja pêncşemê di civîna 7emîn de dê pêşniyar û nirxandinên serokên berê yên parlamentoyê bên wergirtin.
Di rûniştina yekem de dê li Hikmet Çetîn, Omer Îzgî, Bulent Arinç, Koksal Toptan û Mehmet Alî Şahîn bê guhdarîkirin.
Di rûniştina duyem de jî dê li Cemîl Çîçek, Îsmet Yilmaz, Îsmaîl Kahraman, Bînalî Yildirim û Mustafa Şentop bê guhdarîkirin.
Hefteya borî komîsyonê guh dabû malbatên leşkeran û Dayîkên Aştiyê û Dayîkên Şemiyê.
Di wê civînê de, rênedana axaftina bi zimanê Kurdî bûbû sedema nîqaşên mezin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse