Stenbol (Rûdaw) - Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de YÊN ku demek e ne li gorî dilê Enqereyê ne li ber destpêkeke nû ne.
Tevî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump demeke dirêj e derfeta hevdîtinê nedida Erdogan, niha hevdîtineke nû pêk tê û tê çaverêkirin ku pê re qonaxeke nû jî dest pê bike.
Ev hevdîtin bi taybetî di mijara Sûriyeyê de xwedî girîngiyeke mezin e.
Li aliyê din, çavê Kurdan jî li ser vê hevdîtinê ye, çimkî paşeroja HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê di bin bandora encamên wê de be.
Piştî 8 mehan ji hilbijartina Donald Trump a wekî serokê Amerîkayê, hevdîtina yekem di navbera wî û Serokkomarê Tirkiyeyê de pêk tê.
Di van 8 mehên borî de Tirkiyeyê hewleke mezin da ku ev hevdîtin çêbibe, lê derfet nehatibû dayîn.
Axir, hevdîtina Erdogan û Trump li Koşka Spî bi rê ve diçe û tê payîn ku bandora wê li ser mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde be.
"Pêwîst nake ku tu kulma xwe li maseyê bixî"
Sekreterê Giştî yê Partiya Saadetê Cafer Guneş hêviyên xwe yên ji hevdîtinê wiha anîn zimên:
"Pêwîst nake ku tu kulma xwe li maseyê bixî. Bila rûne û ji Trump re bibêje ku Îsraîl kujerê zarokan, dagirker û qatil e, bes e.
Tenê bila bibêje da ku Ewropa û cîhana medenî piştgiriya Îsraîlê nekin, ev bes e.
Wê demê em dê wî bi rêzdarî pêşwazî bikin, ji dil û can li çepikan bidin û spasiya wî bikin."
Di rojeva Erdogan de gelek mijar hene.
Bi taybetî geşedanên li Rojhilatê Deryaya Spî, mijara Xeze û Filistînê û helbet paşeroja Sûriyeyê dê di vê civînê de bên gotûbêjkirin.
Plana Amerîkayê ya ji bo Sûriyeyê çi ye û HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê ber bi ku ve biçin, dê hinekî di vê hevdîtinê de eşkere bibe.
"Nêzîkatiya Erdogan a li hemberî Rojavayê Kurdistanê ne erênî ye"
Parlamenterê DEM Partiyê Cahît Kirkazak jî got:
"Bi rastî em naveroka vê hevdîtinê nizanin lê em vê dizanin ku nêzîkatiya Erdogan a li hemberî Rojavayê Kurdistanê ne erênî ye.
Divê hiqûqa biratiyê ya hezaran salan bê sererastkirin.
Heta ku hiqûqa biratiyê neyê danîn, tu bi Trump re jî rûnî, bi Pitîn re jî rûnî, pirsgirêk çareser nabe.
Çareserî ew e ku em bi hev re rûnin û li çareyan bigerin."
Beriya ku Erdogan biçe Amerîkayê, Serokê Giştî yê CHPyê eşkere kir ku Erdogan kurê Trump li Stenbolê kiriye mêvan û jê xwestiye ku hevdîtinekê di navbera wî û bavê wî de rêk bixe û gotiye ku Tirkiye amade ye 300 balafirên Boeingê jî bikire.
CHP vê yekê wekî "bertîleke siyasî" bi nav dike û rexne dike.
"Divê li Sûriyeyê xelk bi xwe biryarê bide"
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Gokhan Gunaydin jî polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê wiha rexne kir:
"Tişta ku li Sûriyeyê pêwîst e ew e ku gelên Sûriyeyê bi xwe rûnin û sîstemekê deynin.
Ne bi Amerîkayê dibe ne jî bi Tirkiyeyê. Divê li Sûriyeyê xelkê wir bi xwe biryarê bide.
Bi wê yekê nabe ku tu tawîzan bidî kesekî û bibêjî aştî hat.
Di demekê de ku rewş li holê ye û hê nû Elewî rastî êrişan hatine, hêsan e ku tu bêjî werin çekên xwe deynin lê di pratîkê de ew qasî hêsan nîne.
Li aliyê din, di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de di mijara Sûriyeyê de nêrînên gelekî cuda hene. Trump dê balafiran bifiroşe Erdogan û wî bişîne."
Di serdema yekem a serokatiya Trump de Tirkiyeyê zirereke mezin dîtibû.
Pêwendî gihîştibûn asta qutbûnê û sizayên giran aboriya Tirkiyeyê felc kiribû.
Niha Erdogan dixwaze hevahengiyeke xurt li gel Trump deyne, da ku him li Sûriyeyê destê Tirkiyeyê bihêz bibe û him jî krîz û qeyranên navxweyî bi saya vê destpêka nû ji ser milên wî rabin.
Lê gelo dê ev hevdîtin di pratîkê de bi dilê Erdogan be yan na, dê di demên pêş de diyar bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse