HDPê derbarê operasyona ser medyaya Kurdî de daxuyanî da

25-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyona li ser herdu ajansên MA û JINNEWS de daxuyanî da.

HDPê di daxuyaniyekê de ku li ser twitterê belav kiriye, serdegirtina ofîsên her du ajansan û desteserkirina nûçegihanên wan weke “bêhiqûqiya faşîzmê” bi nav kir û ragihand, ev êrîşên bo ser medyayê bisernakevin û daxwaza azadkirina rojnamevanên desteserkirî kir.

HDP got, “Desteserkirinên bêhiqûqî yên nûçegihanên MA û JINNEWS'ê bêhiqûqiya faşîzmê nîşan dide. Em van êrîşên li dijî kedkarên çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin; demildest rojnamevan serbest berdin. Van êrîşan duh bê encam bûn û îro jî dê bê encam bin!”

Îro li 6 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser ofîsên herdu ajansên Mezopotamya û JINNEWSê û malên payamnêrên wan de girtin.

Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha û Mêrdînê hatine kirin û li gor zanyariyan heta niha 8 rojnamevanên Kurd hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmet Edîp Taşar koça dawî kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Mehmet Edîp Taşar bi pençeşêrê bû lê nehat berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşarê 70 salî yê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Silîvriyê ya Stenbolê dihat dermankirin, 24ê Adarê wefat kir