Bav kurê xwe da ber kêran û ew kuşt

26-05-2025
Nîşan Antalya Bav Weşanxaneyên Kurdî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Antalyayê bavekî kurê xwe bi kêran kuşt.

Bûyerê li navçeya Muratpaşayê rû da.

Li gorî agahiyan, di navebera Alî T.yê 60 salî û kurê wî Barişê 25 salî de hinek pirsgirêk hebûn.

Bav gazî kurê xwe kiriye da ku ew biaxivin lê di navbera wan de nîqaş derketiye.

Alî T. hêrs bûye û kurê xwe daye ber keran û ji cihê bûyerê reviyaye.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûne herêmê.

Tîmên tenduristiyê dîtiye ku Bariş hema li cihê bûyerê miriye.

Tîman termê Barişê ciwan ji bo otopsiyê veguhestiye meytxaneya Enstîtuya Tiba Dadî ya Antalyayê.

Alî T. li mala xwe hatiye desteserkirin û kar û barên wî yên îfadewergirtinê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst