Êşîra Badiliya li Enqereyê civiya: Bînalî Yildirim jî beşdarî civînê bû

26-05-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Civîna Êşîra Badiliya\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Civîna Êşîra Badiliya\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bînalî Yildirim Weqfa Eşîra Badiliya Eşîrên Kurdan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Weqfa Eşîra Badiliya li Enqereyê civînek li dar xist û serok û rûsipiyên eşîrê tevlî civînê bûn.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim jî ku ji endamê eşîra Badiliyan e tevlî civînê bû.

Bi pêşketina teknolojiyê re eşîrên Kurdan bi rêya torên civakî xwe digihînin hev û civînan li dar dixin.

Di van salên dawî de pêşketina înternet û torên civakî ji bo eşîran jî bûye derfetek nû.

Piraniya eşîrên Kurdan li ser çar parçeyên Kurdistanê dabeş bûne û niha ew hevdû bi rêya torên civakî peyda dikin û heta civînan jî pêk tînin.

Yek ji wan jî êşîra Badiliya ye. Vê eşîrê giregir û rîsipiyên xwe li Enqerê civandin. Yek ji endamên vê eşîretê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim e.

Êşîra Badiliya li seranserê Kurdistanê belav bûye

Êşîra Badiliya ji bilî Kurdistan û Tirkiyê, di heman demê de li beşek welatên Kafkasyayê jî belav bûye.

Weqfa Êşîra Badiliya jî hewldanek daye û giregir, rûsipî û serokên eşîrê li Enqerê civandine.

Serokê Weqfa Êşîra Badiliya Adet Şan di derbarê civînê de wiha axivî:

"Civîna me encama xebatên Weqfa Êşîra Badiliyan bû. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê endamên eşîrê beşdarî civîna me bûne.

Ji Îraq, Îran û Gurcistanê mêvanên me hene. Em dixwazin xwe li vir nas bikin, behsa dîroka malbata xwe bikin, em dê dîroka xwe binivîsin û belav bikin."

Ji bo civîna nasandina eşîra Bidiliya, ji Başûrê Kurdistanê jî ji Hewlêr û Soranê endamên eşîrê bi cil û bergên xwe yên Kurdî amade bûn.

“Li Hewlêrê 500 hezar Badilî hene”

Li gorî gotina wan, li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 500 hezar endamên wê eşîrê hene.

Hîwa Badilî li ser Badiliyên li Hewlêrê got,

"Em dikarin bêjin li derdora Hewlêrê nêzîkî 500 hezar Badilî hene. Wekî ku Adem Şan di vê mijarê de şarezaye, xebatek kiriye ku zêdetir endamên eşîra me li Bakurê Kurdistanê ne û hejmara wan digihîje derdora 3 milyonan.

Eşîra Badiliyan li Sûriyeyê jî hene û hejmara wan zêde ye."

Karwan Badilî jî her wiha li ser dîroka eşîrê ji Rûdawê re got:

"Wisa diyar e ku me dîrokeke kevnar heye û hewl ji bo hev nasîn jî hatiye dayîn. Ji ber hindek rewşên siyasî û sînorên bi dest çêkirî di navbera Kurdistanê û beşên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava bûye sedem ku xelkê me ji hev cuda bibin.

Bi pêşketinên teknolojîk bû sedem ku ev xelk ji bo peydakirin û nasîna hevdû dubare peywendiyan saz bikin."

Di nav eşîra Badiliyan de li Tirkiyyê gelek kesên siyasetmedar jî hene. Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî yek ji wan kesan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst