Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku ji îro û pê ve asmanê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bilî Îranê ji welatên din re hatiye vekirin û sînordarkirinên geştan hatine rakirin.
Ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ji 13ê mehê ve qada asmanî ya welatên herêmê ji bo geştên asmanî hatibû girtîbin û geştên balafiran ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo piraniya welatan rawestiyabûn.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji îro û pê ve ji bilî Îranê asmanê welatên Îraq, Sûriye, Urdin, Beyrût, Erebistana Siûdî, Qeter, Behreyn, Kuweyt û Îmarata Erebî ji bo geştên asmanî hatiye vekirin.
Uraloglu da zanîn ku ji bilî Îranê ti qadên sînordarkirî yên geştên asmanî nemane û pêvajoya derxistina balafirên ku li herêmê asê mane berdewam e.
Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku 4 balafirên wan li Îraqê asê mabûn û ew roja çarşemê bê pirsgirêk vegeriyane.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê da ku li Îranê ji bilî herêma Meşhedê ya li rojhilatê wî welatî, sînordarkirina geştan berdewam e û got:
“Ji ber vê sedemê 7 balafirên me yên ku li Şîraz û Tehranê ne, heta niha nekarîne vegerin Tirkiyeyê.
Sînordarkirinên li herêmê dê heta 2yê Tîrmehê berdewam bikin lê ji bo ku balafirên me di demeke zûtir de vegerin, em hewlên pêwîst didin.
Hemû geştên me li gorî şert û mercên guncav û bi li ber çavgirtina ewlehiya geştyar û tîman tên plankirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse