MFRR: Li seranserê Ewropayê herî zêde li Tirkiyeyê azadiya medyayê tê binpêkirin

26-10-2023
Nîşan Azadiya Medyayê Tirkiye Ewropa MFRR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Projeya Midaxeleya Lezgîn a Azadiya Medyayê (MFRR), li seranserê Ewropayê herî zêde li Tirkiye û Ukraynayê azadiya medyayê tê binpêkirin.

Projeya Midaxeleya Lezgîn a Azadiya Medyayê (MFRR), Rapora Çavdêriya Binpêkirinên Azadiya Medya û Çapemeniyê ya yekemîn a 6 mehên destpêkê yên sala 2023yan eşkere kir.

MFRR li welatên endamên Yekitiya Ewropayê û welatên berbijêr binpêkirinên azadiyan dişopîne.

Li gorî raporê, di heyama erdhej û hilbijartinên gulanê de zexta li ser medyayê zêde bûye.

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de li Tirkiyeyê li beramberî 172 kes û saziyên medyayê, 136 caran azadiya medyayê hatiye binpêkirin.

21 rojnameger di girtîgehê de ne

Di raporê de hatiye nivîsandin ku li seranserê cîhanê yek ji welatên herî zêde lê rojnameger girtî ne Tirkiye ye.

Herwiha di dema ku rapor hatiye belavkirin de 21 rojnameger di girtîgehê de bûne.

Li aliyê din, li Tirkiyeyê herî zêde bi rêya darazê zext li rojnamegeran tê kirin.

Hincet “tawanên çêkirî” ne

Ji sedî 44,9ê binpêkirinan bi rêya dadgeh û saziyên ewlehiyê hatine kirin.

Rojnameger herî zêde bi hincetên “terorîzm”, “heqareta li karmendên hikûmî”, “heqareta li serokkomar”, “handana kîn û dijminatiyê ya gel” tên tohmetbarkirin ku “tawanên çêkirî ne.”

Di raporê de behsa rojnamegerê Kurd Sînan Aygul jî hatiye kirin.

Li gorî raporê, rojnamegerê yekem ê ku di çarçoveya “yasaya dezenformasyonê (berovajîkirin)” de ceza wergirtiye Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Bêdlîsê Sînan Aygul e.

Di raporê de êrişa li hemberî rojnamegera Kurd Rabîa Çetînê cih girtiye.

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê dema erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê dişopand cerdevanan êrişî Rabîa Çetînê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst