Serokê Parlamentoyê eşkere kir: Komîsyon dê kengî dest bi xebatan bike?

27-07-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Komîsyona Pêvajoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku komîsyona parlamentoyê ya ku dê ji bo pêvajoya nû ya çareseriyê bê avakirin, dê destpêka meha Tebaxê dest bi xebatên xwe bike.

Kurtulmuş li Çanakkaleyê axivî û li ser xebatên komîsyona ku dê li parlamentoyê bê avakirin agahî da.

Numan Kurtulmuş got, “Bi beşdariya hemû partiyên siyasî, ji bo ku li ser navê milet pêvajoya xilasbûna ji terorê û pêvajoya çekdanîna rêxistina terorê bi rê ve bibe û ji bo pêkanîna verastkirinên siyasî û hiqûqî yên ku di vê pêvajoyê de derkevin holê, me Komîsyona Tirkiyeya Bêteror ava kir û înşalah di demeke herî kin de, di destpêka meha tebaxê de em dê van xebatan bidin destpêkirin.

Dê demeke kurt bajo. Ne mijarek e ku em bi nîqaşên gelekî dirêj rojeva Tirkiyeyê dagir bikin.

Lê belê ev komîsyona ku dê bi biryara hevpar a hemû partiyan li Parlamentoya Tirkiyeyê derkeve holê, di heman demê de dê ji bo bilindkirina demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bibe navendeke ku tê de ramanên cuda bên nîqaşkirin, ramanên cuda bên rojevê lê di dawiyê de teqez biryarên ku ji bo xêra milet û welêt bin bên standin."

"Komîsyon dê pêşniyarên xwe bîne rojeva parlamentoyê"

Kurtulmuş li ser awayê xebata komîsyonê jî wiha axivî, "Ev komîsyon dê berpirsyariya xwe bi cih bîne, pêşniyarên xwe bîne rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê û bi izna Xwedê di vê pêvajoyê de Tirkiye dê bibe welatekî ku teror li pey xwe hiştiye, nemaze di demekê de ku hemû welatên herêmê hewl didin zêdetir bixin nav gêrava terorê.

Ji bo vê em dê bi hev re hewl bidin. Em dê wekî milet piştgiriyê bidin, em dê wekî milet mil bidin hev."

"Me ev lîstik xera kir"

Numan Kurtulmuş wiha pê de çû:

"Eger li vî welatî ev şebekeyên terorê yên ku emperyalîst wekî rêxistinên wekaletê bi kar tînin bi ser biketana, Tirkiye dê ji zû de parçe bibûya.

Lê hêza tu kesî têrê nekir ku Tirk û Kurdên vî welatî, Elewî û Suniyên vî welatî ji hev veqetîne û bi izna Xwedê dê hêza tu kesî têrê neke jî.

Dîroka me yek e, çanda me yek e, paşeroja me yek e, şaristaniya me yek e, dawetên me yek in, govendên me yek in, sersaxiyên me yek in, kevneşopiyên me yek in.

Kîjan hêz dê 86 milyon welatiyên me yên ku hema bêje di nav hev de ne, bi kîjan hincetê ji hev veqetîne?

Kîjan hêz dê karibe zarokên Sultan Alparslan, zarokên Kiliç Arslan û zarokên Selahedînê Eyûbî ji hev veqetîne?

Bawer bikin eger hêza wan têra vê bikira, îro me behsa Tirkiyeyeke cuda dikir, îro me behsa Tirkiyeyeke ku ji zû de parçe bûye dikir. Me ev lîstik xera kir.

Baweriya vî miletî ev lîstik xera kir, ruhê hevgirtina neteweyî yê di nav vî miletî de ev lîstik xera kir, yekîtiya neteweyî û şuûra vî miletî ev lîstik xera kir.

Înşalah niha êdî bi awayekî sazûmanî jî rêxistina terorê dê bi temamî xwe fesix bike û Tirkiye wekî welatekî bihêz ê ku bi tevahî ji hemû rêxistinên terorê paqij bûye, dê rêya xwe bidomîne.

Eger Tirkiye di vî warî de li hundir yekîtî û hevgirtina xwe û pêvajoyeke bêteror bi awayekî serkeftî bimeşîne, wekî ku min got, pêşiya me vekirî ye.

Hem di warê herêmî de û hem jî di warê gerdûnî de meşa me ya ber bi Tirkiyeyeke ku gotina wê bibandortir e, saxlem û bihêz e.

Ez hêvî dikim ku em bi piştgiriya we û miletê xwe yê ezîz vê pêvajoyê di demeke herî kin de bi serkeftî bi dawî bikin û bi awayekî bihêztir rêya xwe bidomînin."

Kî dê di komîsyonê de cih bigire?

Ji MHPyê Alîkarê Serokê Giştî Fetî Yildiz, Parlamenterê Sakaryayê Levent Bulbul, Parlamenterê Kirikkaleyê Halîl Ozturk û Parlamenterê Tokatê Yucel Bulut dê di komîsyonê de cih bigirin.

Ji DEM Partiyê jî Serokwekîla Komê Gulistan Koçyîgît, Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek dê bibin endamên komîsyonê.

Gelo CHP dê beşdar bibe?

Li hêla din, hîn diyar nebûye ku CHP dê kîjan endaman ji bo komîsyonê diyar bike.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel gotibû, "Bila partiyên siyasî yên ku komên wan hene bi hejmareke wekhev bên temsîlkirin û piranîya bikalîte were misogerkirin. Eger piranîya bikalîte çênebe, em dê nebêjin erê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst