Endamên DEM Partiyê yên komîsyonê diyar bûn

28-07-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Komîsyona Pêvajoyê Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji bo komîsyona pêvajoyê ya parlamentoya Tirkiyeyê endamên xwe diyar kirin.

Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê dest bi amadehiyên avakirina komîsyoneke taybet kiriye.

Komîsyona pêvajoya çareseriyê ya parlamentoya Tirkiyeyê dê ji 51 parlamenteran pêk were.

Ji partiyan hatibû xwestin ku heta dawiya vê mehê endamên xwe diyar bikin.

Di komîsyona ku li gorî hejmara kursiyên li parlamentoyê hatiye avakirin de, para herî mezin dê ya AK Partiyê be.

AK Partî dê 21 parlamenteran bide komîsyonê.

Partiya sereke ya mixalefetê CHP dê bi 10 endaman di komîsyonê de cih bigire.

 DEM Partî û MHP jî dê her yek bi 4 parlamenteran bên temsîlkirin.

DEM Partiyê ji bo vê komîsyona li parlamentoyê wekî endam 4 kes diyar kirine ku dê nûnertiya wê bikin.

Endamên DEM Partiyê yên ji bo komîsyona pêvajoyê ev in:

  • Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît
  • Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş
  • Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç
  • Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin