Endamên DEM Partiyê yên komîsyonê diyar bûn

17-07-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Komîsyon Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji bo komîsyona pêvajoyê ya parlamentoya Tirkiyeyê endamên xwe diyar kirin.

Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê dest bi amadehiyên avakirina komîsyoneke taybet kiriye.

Bi vexwendina Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş sibe dê civîna nûnerên partiyên siyasî pêk were.

DEM Partiyê ji bo vê komîsyona li parlamentoyê wekî endam 3 kes diyar kirine ku dê nûnertiya wê bikin.

Endamên DEM Partiyê yên ji bo komîsyona pêvajoyê ev in:

  • Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş
  • Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç
  • Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst