Ocalan: Em dê siyaseta xwe li ser bingeha yekîtiya Kurdan bimeşînin

29-01-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Omer Ocalan HDP Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan got “Em ê her tim siyaseta xwe li ser du stûnan bimeşînin. Yekem; Yekîtiya Kurdan, berjewendiyên miletê kurd, azadiya Kurdan. Ya duyemîn jî tifaqa gelan e.”

Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, parêzer û rojnamevan jî di nav de ne "Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê" ku ji 7 welatan ji 36 kesên pêk tê, piştî sê rojan serdan û pêwendiya li Amed, Stenbol û Enqereyê, li Stenbolê Foruma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê hat organîzekirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ku beşdarî forûmê bû, di derbarê forumê de ji Rûdawê re nirxandinan kir.

“Heyeteke navneteweyî hat vir. Parlamenterên me û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarî vê panelê dibin. Di nava heyetê de parêzer, aktîvîstên mafên mirovan û rojnameger hene. Weke ku raya giştî jî dizane li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Hikûmeta AK Partî û MHPê destûr nadin malbat û parêzer biçin hevdîtinê.

23 meh in ti agahî jê nayê wergirtin. Li vir jî em hewl didin ku bala raya giştî bikşînin. Em wek malbat jî her tim serlêdan dikin, em dixwazin mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin.

Em ji dewleta Tirkiyê tu muameleyek taybet û xêrxwaziyê naxwazin. Di qanûnê de çi mafê me hebe em dixwazin ev maf bê bikaranîn.”

“Em ê siyaseta xwe li ser du bingehan bimeşînin”

Ocalan li ser pirsa astengkirina hesabên HDP’ê û kampanyaya ku HDP’ê piştre dabû destpêkirin wiha bersivand:

Em bêtir bi awayekî manewî li vê yekê dinêrin. Xwedîderketina xurt heye. Heya niha çi qas hatiye berhevkirin ti agahiyeke min jê nîne.

Em ne xerîbê tiştê vî rengî ne. Di kevneşopiya me ya siyasî de dewlet her tim ji me re astengiyan derxistiye. Heta niha 7 partiyên me hatine girtin, HDP partiya me ya heştemîn e û doza girtinê jî heye. Em dikarin van rojên dijwar bi manewiyat û yekitiya xurt derbas bikin.

Em ê her tim siyaseta xwe li ser du stûnan bimeşînin. Yekem; Yekitiya kurdan, berjewendiyên miletê kurd, azadiya kurdan. Ya duyemîn jî tifaqa gelan e.

Rast e ji bo van fînans pêwîst e, lê em hêz û cewhera xwe ji miletê xwe digirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê xwedîderketineke xurt hebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst