Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) piştî cejnê dê li girtîgehê biçe serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku bi tohmeta gendeliyê hatiye girtin û ji karê xwe hatiye dûrxistin.
Serokwekîlê Grupa DEM Partiyê Sezaî Temellî beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî.
Sezaî Temelî ragihand ku partiya wî dê piştî cejnê li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê biçe serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu.
Temelî da zanîn ku ew dê her wiha li girtîgehê biçin serdana Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer û Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay jî û got:
“Ya rast partiya me her tim li girtîgehan e. Em neçar in vê yekê bikin ji ber ku eger li girtîgehan tenê girtiyekî siyasî jî hebe hûn nikarin li wî welatî behsa demokrasiyê bikin.
Berî niha jî em çûn serdanan û heta ku hemû girtiyên siyasî bigihêjin azadiya xwe em dê di têkoşîna xwe de berdewam bin.”
Serokwekîlê Grupa DEM Partiyê rewşa Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî bi bîr xist û anî ziman:
“Demîrtaş û Yuksekdag 8 sal û nîv in di girtîgehê de ne, tiştek di dosyaya wan de nîne.
Salek e sedema biryarê nehatiye nivîsîn.”
Sezaî Temellî li ser xebatên destûra nû jî da zanîn:
“Dema tu bibêjî min destûr çêkir û werin, ev ne rêbazeke tendurist e.
Ji bo destûreke sivîl pêwîstî bi paqijkirina rê heye, yasaya înfazê û yasaya rûbirûbûna terorê yek ji van ne sivîl in.”
DEM Partiyê danê sibehê li ser îdiayên ku dê Hevserokên DEM Partiyê biçin serdana Ekrem Îmamoglu daxuyaniyek dabû û gotibû ku ji bo serdanê hîn planeke zelal nîne û dema piştî cejnê plan hat danîn dê zanyarî bi raya giştî re werin parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse