HDP dê ‘Deklarasyona Banga Aştiyê’ ragihîne

30-08-2020
Nîşan HDP Deklarasyona Banga Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Civata Serkirdatiyê û Fraksyona Partiya Demokratîka Gelan (HDP) “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a di 1ê Hezîranê de dabû destpêkirin dê li parlamentoya Tirkiyê bi “Deklarasyona Banga Aştiyê” bidawî dike. Biyar e HDP sibe di 1ê Îlonê de banga çarserkirina pirsgirêka Kurd bike. 

HDPê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê dê hinek çalakiyan encam bide.

Biryar e çalakiyek ji navçeya Licê ya  Ameda Bakurê Kurdistanê destpê bike û heya bigihe navçeua Hêne yê Amedê û dê hemû pala xwe bidin hev û weke zincîrê destê xwe bixin nava destê hevdû de.

Derbarê vê yekê de, endamên rêveberiya HDPê, serdana bazarên navçeyê Amedê dikin û ligel kasibkar û xelkê dicivin û çalakiyê ji wan re şîrove dikin.

Li gor gotina endamên HDPê, xelk bi giştî pêşwaziya li wê çalakiyê dikin û amadebûna xwe nîşan dan da ku di çalakiya Roja Aştiyê de li Tirkiyê beşdar bibin.

Herwiha  HDPê “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a ji sê qonaxan pêk tê dabû destpêkirin, sibe bidawî dike.

HDP dê li parlamentoya Tirkiyê bi navê “Deklarasyona Banga Aştiyê” merasîmeke saz bike.

Li gorî daxuyaniya HDPê di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Amed, dê sibê di çalakiya “Deklarasyona Banga Aştiyê” de banga çareserkirina pirsgirêka Kurd bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst