Li Sakaryayê 3 welatiyên Îraqê bi tohmeta DAIŞê hatin girtin

31-10-2025
RÛDAW
Nîşan Sakarya DAIŞ Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sakaryayê ya Tirkiyeyê 3 welatiyên Îraqê bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin û piştî kar û barên yasayî hatin girtin.

Tîmên dijî terorê yên Sakaryayê, bi hevkariya Serdozgeriya Komarê dest bi operasyonekê kir.

Di encama operasyonê de li navçeya Adapazariyê 3 kesên ku tê îdiakirin berê di nava DAIŞê de çalak bûn, hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku her 3 welatiyên Îraqê piştî kar û barên yasayî yên li emniyet û dadgehê, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst